
GOTINÊN PÊŞIYAN, Ê LI SER SERSALÊ:
“Serê salê, binê salê, sal qurbana kalê
Serê salê, binê salê, tiştekî biavên tûrikê vî kalî
Serê salê, binê salê, Xwedê jinekê bide zilamê malê
Serê salê, binê salê, Xwedê kûpekî zêr bide bûka malê
Serê salê, binê salê, Xwedê kurrikekî bide kebaniya malê
Serê salê, binê salê, Xwedê kurrikekî bide wê malê
Serê salê, binê salê, Xwedê mêrekî bide jinbî ya malê
Serê salê, binê salê, Xwedê mêrekî bide qîzika malê
Serê salê, binê salê, Xwedê zarokekî bide xwediyê malê
Abdurrahman Aydoğdu

Gotara berê: Ji bo ku mirov bi şev xwarinê nexwe, divê çi bike?
Gotara piştî: Diyarbakır Kent Müzesi açılıyor
Gotarên Têkildar
Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman
Romana Mehmed Uzun a Yekemîn: Tu

