Salên Mûnixê yên biraderên Celadet û Kamiran Bedirxan

Salên Mûnixê yên biraderan Celadet û Kamiran Bedirxan

Dr. Bîrgît Ammann

Wergera ji elmanî: Sîrwan Hecî Berko

Celadet û Kamiran Bedirxan li gel biraderê xwe Sureya wekî navdartirîn dilxwazên neteweperweriya (nasyonalîzim) kurdî yên dema wan têne naskirin. Ew di 1897 û 1895ê de, dora 25 salan piştî mirina bapîrê wan ê navdar, mîrê Botan ê dawî, ji dayik bûn. Bavê wan Emîn Elî bû, yek ji gelek kurên mîrî, ku bi xwe jî netewperwerekî kurd ê germ bû. Herdu birader di 1922ê de ji Dewleta Osmanî reviyan û di çiraya pêşîn a heman salê de gihan Elmanyayê. (Wêne: Kamûran, Sureyya û Celadet Bedirxan(.

Ji bo wan û ji bo gelek neteweperwerên kurd ên din, standina Konstantînopilê (Stenbol) ji aliyê leşkerên Mistefa Kemalî ve bû sedema bingehîn a koçberiya wan. Mistefa Kemalê ku di 1934ê de paşnavê Atatûrk bi xwe ve vekir, di îlona 1919ê de fermana girtina wan biraderan dabû. Di wê demê de, herdu beşdarî şandeke Noel bo piştgiriya neteweperweriya kurdî bûn, ku bi piştgiriya brîtaniyan pêk hat û ji aliyê sultanî ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Ev şandek bi navê beşdarê nûner, mêycerê brîtanî Edward Noel, ku dilxwazekî mezin bo hewldanên neteweperweriya kurdî bû, hate naskirin. Ev yek gelekî istifzazî bû, çimkî ew di heman dema lidarketina Kongreya Sîvas de, ku ji bo tevgera neteweyî ya tirkî ya Kemalî pir giring bû, pêk hat.

 Celadet sedemên reva xwe ji rojavanas Karl Sûshaim re diyar kirin: Sûshaim di pirtûka xwe de dinivîsîne, ku Celadetî ew agahdarî serhildana kurdî ya li Meletî kiribû, ku wî û malbata wî serkêşiya wê kiribû. Herweha Celadetî diyar kiribû, ku beşek ji malbata wî di Mosulê re sînorê osmanî derbas kiribû û beşdarî serhildaneke li herêma wê derê bûbû. Celadet ji Sûshaimî re gotibû, ku dadgeha Sîvasê biryara kuştina wî standibû. Sûshaim berdewam dike û dibêje, ku li Mûnixê tirk û osmaniyan ji ber wê biryara dadgehê xwe ji Celadetî dûr dixist.

Li Mûnîxê, Celadet û Kamiran gihan birayên xwe Tewfîq û Safder, ku bi kêmanî salekê jiyana xwe li wir derbas kiribûn. Berî bidawîbûna mayina wan, biraziyê wan Heqî, kurê birayê wan ê mezin Sureya, tevlî wan bû. Safder di 1927ê de li Mûnixê ji ber nexweşiyeke organa bêhnê mir û tê gotin, ku ew li bajarê Haydilbêrgê hatiye binaxkirin. Piştî mirina Safder, Tewfîq vegeriya Stenbolê, bû mamosteyê zanîngehê û di sala 1963ê de mir.

Di sêmêstera havînî ya sala 1923ê de, çar meh berî imzekirina Peymana Lozanê, ku çarenûsa kurdan pê ve girêdayî bû, herdu birader bi jimarên 2573 û 2574 di doseya xwendekaran a Zanîngeha Mûnixê de hatin qeydkirin. Wekî beşê xwendinê li ser qaxeza wan «Maf» hatiye nivîsandin. Celadet tenê ta sêmêsterê zivistanî 1923/24ê ma qeydkirî, Kamiran ta sêmêsterê zivistanî 1924/25ê. Şêweyê nivîsandina «Bedr-Chan Kamuran Aali» û «Bedr-Chan Djeladet Aali» li ser qaxeza zanîngehê ji şêweyê nivîsandina li ser qaxeza birayê wan ê ji wan piçûktir Safder, ku xwe di 1922ê de li zanîngehê qeyd kiribû, cudatir bû; eî «Bedrkhan» nivîsandibû.
Kamiran û Celadet Konstantînopil (Stenbol) wekî bajarê xwe yê jidayikbûnê qeyd kiribûn. Ev agahiyên ji aliyê wan bi xwe ve di daristana agahiyên cuda de, ku di lîteraturê de peyda dibin, nîşaneke xwedî wateyeke balkêş e.

Dersên zanîngehê, ku herdu biraderan xwe di dema xwendina xwe de ji bo wan qeyd kiribû, asayî di qaxezên dersan de dihatin qeydkirin. Lê belê ew ji ber şerî winda bûn. Wekî din jî ti agahiyên bêtir di erşîva zanîngehê de peyda nabin.

Navnîşanên ku di qaxezên wan de hatine nivîsandin, heman navnîşanên ku Celadet di pirtûka nivîsên xwe yên rojane de nivîsandine: Biraderê piçûk Safder, ku wekî Tewfîq berî hatina Celadet û Kamiranî ji bo xwendinê hatibû Mûnixê, li cem profesorekî li «Gietlstraße 4» dijiya; li ser Tewfîq tenê naskirî ye, ku ew li taxeke Mûnixê bi navê «Nymphenburg» dijiya.

Rûniştina biraderan li Mûnixê ketibû dema krîsa aborî ya pir xerab, ku bi derketina Sosyalîzma Neteweyî re hat. Di wê demê de, li Elmanyayê rewşeke pir tevlihev peyda dibû û herweha inflasyonê hişt ku nirx di çend seetan de bêyî ti pîvanan ta ku jê hat bilind bibin. Ji aliyê aborî ve, rewşa herdu biraderan ne zêde baş bû, ji dema ku pereyên ji Tirkiyê li ser wan qut bûn. Celadet ji kolonêlê brîtanî Elfînston, ê ku wî û Kamiran ew di şandeke Noel de nas kiribû û ew demeke dirêj bi wî re di têkiliyê de bû, re gotibû, ku wî xwe bi karên di bexçe û xwaringehan de, di rengdana xaniyan û herweha çapxaneyan de, jiyana xwe derbas dikir. Di qaxezên zanîngehê de diyar dibe, ku herdu biraderan ji bo xwendinê pereyine kêmtir didan zanîngehê, ku belgeyeke din e ji bo rewşa wan a aborî ya xerab.

 Ji pirtûka Celadetî ya nivîsên rojane mirov dikare nas bike, ku herduyan di salên xwe yên Mûnixê de bi wateya gotinê birçî diman û ji sermayê diqefilîn. Di herdu mehên rûniştina wan de, herdu bi hev re di odeyeke mûbilkirî de li Obermenzîg – wê çaxê gundek ji derveyî Mûnixê – dijiyan, ku ji ber sermaya di hundirê wê de, ew ji bo xwegermkirinê direviyan lokalekê. Li aliyekî din hatiye nivîsandin, bê çawa wan gelek rojan tenê bi nanê erzan û reçelê xwe li ser lingan dihiştin. An jî çawa Celadet hewl dida, qulên di pantelonê xwe de bi paçikekî bidirû, ku wî bi xwe ji bo paqijkirina kemana xwe peyda kiribû. Piştre, divyabû ku ew cilên xwe yên ihtyat bifiroşe, da ku deynên xwe yên kirê bide. Li gorî rewşa wan a eslî ya mîryane, hetmen ev yek ji bo herdu mîrên ciwan rewşeke pir dijwar bû. Dema ku wan sermaya di odeya Obermenzîngen de nema tehmul kir, herdu ji xwe re bo demeke kurt odeyeke di pensyoneke li taxa Pasîng de girt û piştre her yek li ciyekî ma, wek ku di qaxeza zanîngehê û herweha di pirtûka Celadetî ya nivîsên rojane de eşkere dibe: Kamiran dawiya şibata 1923ê odeyeke li «Wînzererstaße 58» girt û Celadet li «Galeriestraße 37». Celadet di destpêkê de kete odeyeke normal, û piştre ji ber kêmbûna pereyan kete odeyeke reş, ku berê ji bo hilandina xwarinê dihate bikaranîn. Bi xwediyên odeyê re, ku navê wan malbata Şarnagel bû, têkiliyeke wî ya dostane hebû. Agahiyên di qaxezên zanîngehê de li ser ciyên rûniştina wan, ne tim wek yên di pirtûka Celadetî ya nivîsên rojane de ne. Sedemek bo vê cudabûnê nediyar e. Hertim herdu di navbera navnîşanên «Wînzererstaße», «Galeriestraße» û «Gietlstraße» diçûn û dihatin. Wiha dixuye ku odeya birayê wan ê piçûk Safder li vê navnîşana dawî bû. Li gorî pirtûka Celadetî, wî 6 caran odeya xwe guhertibû. Piştî ku wî biryara derketina ji Elmanyayê standibû, libendîmayina bo erêkirina derbasbûna Misirê salekê sax dirêj kir. Gelek caran ew ji odeyan derdiket, ku wiha dixuye, ku wî ji ber lihêvîmayina derketina ji Elmanyayê, ew tenê bo demeke kurt kirê dikirin.
Ji hin çavkaniyên kêm ên ku mirov dikare wan bi kar bîne û li ser dema Mûnixê ya biraderan peyda dibin, kêm agahî li ser çalakiyên mumkin wekî siyasetvan, weşanger û kurdolog peyda dibin. Li gel ku wiha dixuye, ku Celadet di vê demê de li ser elfabeya xwe ya latînî bo zimanê kurdî dixebitî, wî li ser vê yekê di pirtûka xwe ya nivîsên rojane de tiştek nenivîsand. Ew tenê carekê behsa wê yekê dike, ku ew dersên kurdî dide «yekî». Di dema xwe ya Mûnixê de, Celadet ji ber kêmbûna pereyan ji bilî wergera çend nivîsên Nesridînî Xoca, hin nivîsên xwe jî weşand, ku bi kêmanî yek ji wan xwedî mijareke kurdî bû. Ji ber nezelalbûna agahiyan, lêkolînên derbarey van nivîsan ta niha bi ser neketine.

Tevlî ku rewşa wan ne zêde baş bû jî, lê biraderan baş li derdora Mûnixê digeriyan û pir caran diçûn konsêrtên klasîk û çalakiyên kulturî yên din. Giringtirîn bûyera siyasî di dema rûniştina wan li Mûnixê de, hewldana Hitlerî ya rûxandina hikumî di çiriya paşîn a sala 1923ê de bû. Wan meşa Hitlerî bo «Feldherrnhalle» li Mûnixê ji nêzîkayî ve dît.

 Di herdu salên dawî de li Mûnixê, navbera di orta nivîsên Celadetî di pirtûka wî de ewqasî mezin bûn, ku mirov ji vê çavkaniyê jî nikare zêde agahiyan peyda bike. Celadet di gulana 1925ê de li gel biraziyê xwe Heqî, yê ku berî neh mehan giha bû wir, ji Elmanyayê derket û berê xwe da Misirê. Kamiran di 24ê şibata 1926ê de li bajarê Laypsîg dektoraya xwe li ser zagonên wîrasetê yên tirkî çêkir û sîfeta Dr. jur. wergirt. Piştî bidawîbûna dektoraya xwe, ya ku wiha dixuye ku wî ew ji derve çêkiribû, Kamiran ji Elmanyayê derket û berê xwe da Suriyê û Libnanê. Li wê derê, birader dîsa gihan hev.

 Wergera ji elmanî: Sîrwan Hecî Berko

* Dr. Bîrgît Ammann: Li Mûnix, Boston û Berlînê Ethnolocî, Sosyolocî û Zanyariyên Siyasî xwend û dektoraya xwe li ser kurdên li Ewropayê çêkir. Ew niha xebatkareke zanistî ya Civaka Berlînê bo Piştgiriya Kurdologiyê xwe.

Ev belgenivîsar di kovara Kurdische Studien, hejm. 1+2, 2003, r. 201-208, de hatiye weşandin. Nivîskar 32 jêrenot nivîsandine û komek ji çavkaniyan bi kar anîne. Lê ji ber tunebûna cî, PEYAMA KURD ew neweşandin. Wergera wê ya kurdî di rojnameya hefteyî PEYAMA KURD (hej. 1, 10.09.2004) de hatiye weşandin.

Konê Reş 

Derbar Konê Reş

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply