Ziman, Wêje û Çand, li Ewropayê jî xwe her zindî dike !
Xwendekarên Kurd ên Parîsê, hejmara duyem a kovara Kurd’Înalcoyê weşandin. Berga kovarê bi xêzeke sûretê Cegerxwîn ve hatiye xemilandin. Ew xêz ji aliyê wênesazê Kurd, Serdar Mutlu ve hatiye çêkirin. Wêne peyama yekîtiyê dide û her weha di qada netewperweriya kurdî de, cîhê Cegerxwîn jî raveyî xwîneran dike.
Kovara Kurd’Înalco’yê gellek nivîsên li ser zimên, wêje, zanist û tewer hînkereke Fransî jî dihewîne nav xwe. Her wiha, nivîsên xwe bi kurdiyeke zelal pêşkeşî xwendevanan dike. Di vê hejmarê de, hûn ê hin lêkolînan bixwinin, wekî yên li ser Kela Dimdimê, li ser Hecî Qadirê Koyî. Her wiha, hûn ê wergerên wêjeyî, çîroka ‘’Parsek’’ a Guy Maupassant ji fransî, û ji ingîlîzî jî helbesteke ‘’Choman Hardi’’ peyda bikin. Rêznivîsek heye li ser ‘’Dîroka Bajêr’’ ku di vê hejmarê de hûn ê nivîsa yekem bixwinin. Xwendekarekî lîsansa kurdî, Christophe ku fransî ye çîrokek li ser gerra xwe ya Hewremanê, bi soranî nivîsiye. Di vê hejmara duyem de, hûn ê hevpeyvîneke taybet peyda bikin, bi Patrice Franceschi re ku him nivîskarekî Fransî ye him jî aktîvîstekî ye piştgiriyê dide Rojavayê Kurdistanê. Her wiha hemû rûpelên kovarê bi nivîsên balkêş û cûrbicûr tije bûye.
Amadekarên kovarê, helwesta xwe weha diyar dikin ; Armanca me ew e ku xwendekarên kurd ên li Fransayê, ilm û zanîna xwe bi zimanê dayîka xwe, bigehînin gelê xwe û bi vî rengî çand û zimanê xwe biparêzin. Em dizanin ku di pêvajoya azadbûn û tunebûna gelan de, girîngiyeke mezin a zimanan heye û ji ber vê sedemê, şiyara me ev e ; ‘’Ziman Gelê Xwe Azad Dike’’.
Kovara Kurd’Înalco’yê ji ser înternetê tê peyda kirin û ji bo hemû welatan tê şandin.
Ji bo kesên ku rêya wan li Parîsê dikevin, Kovar li van du navendan peyda dibe :
- Komeleya Ahmet Kaya ya Parîsê : 16 rue d’enghien 75010
- Instituya Kurdî ya Parîsê : 16 rue la fayette 75010
Ji bo têkiliyê : kovarakurdinalco@gmail.com