Rewşenbîr kî ye?

Rewșenbîr, di zimanê Ewrupa de “entelijansîya” ye. Entelijans mirovekî bi fahm, jîr, mutefekîr e. Ji mirovê ku bi bedene xwe dixebitin re karker tê gotin. Ji ên karê fikrî dikin re jî entelektuel tê gotin.

Entelektuel sinifa ku em bi rewşenbîrî dinasin, mamosta, akademîsyen, parêzer, hakim, muhendîs, tixtor e. Evanan tev ji sinifa entelektuelan tên hesabkirin. Gelo evanan rewşenbîr in?
Na, qetîyen na

Her mirovê ku tehsîl dîtîye û xwedî dîploma ye, rewşenbîr nayê hesibandin. Lewra peyva rewşenbîrîyê, sifatekî din îhtiwa dike.
Rewşenbîr, kesê ku xwedî fikrekî vekirî ye.
Rewşenbîr dibe ku xwedî perwerde be yan jî bê perwerde be, lê civakê miheqeq baş nasdike û fam dike.

Rewşenbîr, statîk, giran û xwedî teasub nînin. Ji dem û cîyê xwe re, ji cîyê welat û problemê civakê re li çareyan digere û teşhîsan datîne.

Bi şîroveyên maqul û encamên aqilane ji bo famkirina hemwelatîyan dixebitin û li rêyan digerin.

Elî Şerîetî-Rewşenbîr

Wergêr: Fîkrî Amedî

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply