Qaîdeyên Nezaketê

1️⃣ Ji du caran zêdetir bi telefonê li kesekî negerin. Ger ew bersiva banga we nedin, bifikirin ku karekî wî yê girîng heye ku lênanihêrê.

2️⃣ Beriya ku ew kesî din bi bîr bîne ku wî deyn daye we, pereyên ku we deyn kirine vegerînin. Ev rastî û karaktera we nîşan dide. Ji bilî pereyan ji bo tiştên din jî wisa ye.

3️⃣ Dema ku kesek ji we re xwarinê dikire, qet xwarinên biha yên li ser menuyê nexwezin. Ger gengaz be, ji wan bipirsin ku xwarina bijareya xwe jî ji we re bixwaze.

4️⃣ Ji kesî nepirse “Ax, ma tu hîn ne zewicîyî?”, “Ma zarokên te nînin”, “Te çima mal nekirî?” an “çima tu erebeyekê nakirî?” Pirsên xerîb nexweş li wan nekin, ev ne pirsgirêkên we ne.

5️⃣ Her tim derî ji bo kesê li pişt xwe veke. Kur be, keç be, pîr be yan ciwan be, ferq nake. Di nav gel de rêzdarî, we piçûktir nake.

6️⃣ Heger hevalekî ji bo te danûstandinên de pere da, careke din heqê wî hûn bidin.

7️⃣ Ramanên cihêreng re rêzbigrin. Bînin bîra xwe, tiştê ku kesek 6 dibîne, dibe ku ji we re 9 xuya bike. Di heman demê de, ramana duyemîn ji bo alternatîfek baş e.

8️⃣ Tu carî axaftina mirovan qut neke. Bila biaxivin. Tiştê ku ew dibêjin bibihîzin û wan hemîyan fehm bikin.

9️⃣ Di dema axaftinê de nekevin nav mijarên nehewce. Hewl bidin ku mijara sereke bi zelalî rave bikin.

1️⃣0️⃣ Heger tu henekê xwe bi yekî bikî û ew jê hez neke, raweste û careke din vê yekê neke. Mirovan teşwîq bikin ku bêtir wê hereketê baş bikin û nîşan bidin ku hûn çiqas spasdar in.

1️⃣1️⃣ Dema ku kesek alîkariya te dike bêje “spas”.

1️⃣2️⃣ Di nav gel de pesnê hevalên xwe bidin. Dema ku hûn tenê ne rexne bikin.

1️⃣3️⃣ Qet sedemek tune ku meriv li ser fizîkê kesekî şîroveyan bike.
Tenê bêje “tu xweş xuya dikî”.

1️⃣4️⃣ Dema ku kesek di têlefona xwe de wêneyek nîşanî we dide, çep û rast wêneyên din nenêrin. Tu carî hûn nizanin ku di pêş û paş de çi heye.

1️⃣5️⃣ Heger hevalek ji te re bêje randevûya doktor heye, nepirse ji bo çi ye, tenê bêje, “Ez hêvî dikim ku hûn baş bin.” Wan zorê de nehêlin ku rewşeke nerehet de ji we re behsa nexweşiya xwe ya kesane bikin. Ger ew bixwazin ku hûn bizanin, ew ê ji we re bêjin.

1️⃣6️⃣ Heman hurmetê, ji paqijker û rêvebir re jî nîşan bidin. Ger hûn bi rêzdarî bi wan re tevbigerin dê mirov ferq bikin.

1️⃣7️⃣ Ger kesek rasterast bi we re dipeyive, meriv li têlefona xwe binêre bêhûrmetî ye.

1️⃣8️⃣ Heta ku ji we neyê xwestin, qet şîretan nekin.

1️⃣9️⃣ Dema ku ne hewce ye, temen û meaşê kesî nepirse.

2️⃣0️⃣ Li ser karê xwe bisekinin, heya ku rasterast tiştek we eleqedar nake pê re mijûl nebin.

2️⃣1️⃣ Heger tu li kolanê bi kesekî re dipeyivî, berçavkên xwe yên rojê derxin. Ev nîşana rêzgirtinê ye. Têkiliya çav bi qasî axaftinê girîng e.

2️⃣2️⃣ Di nava feqîran de qet behsa dewlemendiya xwe neke. Bi heman awayî, li cem kesên ku zarokên wî/wê tune ne, behsa zarokên xwe nekin.

2️⃣3️⃣ Piştî xwendina peyameke baş, hewl bidin ku bibêjin “Spas ji bo peyamê”.

2️⃣4️⃣ Dema ku bi têlefonên xwe yên desta dipeyivin, hay ji xwe hebin ku kesên din ne mecbûrin ku guh bidin we. Dengê xwe bilind nekin.

Çandname

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply