Rêwîtiya dijwar a koçeran

Rêwîtiya hilgêra zozanan a koçerên li Bakurê Kurdistanê ya ku 3 mehan ber xwe dide, dewam dike.

Bi germbûna hewayê koçerên li Diyarbekir, Riha, Batman û Mêrdînê zivistan derbas kirin ji bo ku bigihêjin zozanên li Bakurê Kurdistanê dest bi rêwîtiya hilgêrê kirin. Koçerên ku ji vir mehekê berê ji bo herin zozanên li Bîngol û Erziromê derketin rê bi sedan sal in heman rêyê teqîb dikin.

Heywandar guh nadin şilî, herî û sermayê bi hezaran berx û miyên xwe didin pêşiya xwe û dikevin rêya zozanan, ji bo ku pezên xwe bidin mexel jî Paloya navçeya Elezîzê ya li rexê Çemê Muradê tercih dikin. Di heman demê da pezê xwe li ser Çemê Muradê didin avdan.

Koçer meslekê ku ji kal bavê wan maye wekî “qederê” dibînin, bi roj bi keriyên pezê xwe ra çêreçêre dimeşin êvaran jî pêz didin mexel û bîna xwe didin. Koçer ber destê dibê ji bintara çiyê peya dibin, ser Pireya Paloyê ra derbas dibin û berê xwe didin zozanan. Dema keriyên pêz ji Paloyê ra derbas dibin dengê pez û berxan li nav hev dikevin, toz û dûman radibe û dîmenên xweşik derdikevin holê.”

Şeref Demiralê 35 salî yê şivan ê ku ji vir 28 roj berê ji Rihayê derkete rê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku jiyana wî li pey birên pêz derbas bû.

Demiral diyar kir ku rêwîtiya wî ew ê 2 mehên din jî ber xwe bide û wiha axivî: “Em ê herin zozana li Karliovaya navçeya Bîngolê û qasî 3 mehan li wê derê bimînin. Paşê dîsa dest bi dagêrê bikin. Em bi şev li çiyê di kulavan da radizên. Xwarin û ciriya li ser pişta keran digerînin. Di rêwîtiyê da bi dest nakeve ku serê xwe bişon. Jiyana li zozanan naşibe ya rêwîtiyê, ji ya rêwîtiyê baştir e. Em li zozanan konên xwe vedikin û malbatên me tên. Diya min, xuşka min, bûka min, hemû ew ê werin.”

Alî Barutê koçer jî got wekî koçerên din wî jî li zozanan çavê xwe li dinyayê vekiriye, beriya hilgêrê ji bo ku pezê wan bi rihetî biherike hiriya wan dibirin.

Barut got ku koçerî ji kal û bavên wan maye, qerebelixbûna serjimara wan jî kêrî wan tê.

Barut destnîşan kir ku ji bo herin zozana li Xinûsan navçeya Erziromê derketin rê û wiha pê da çû: “Rêwîtiya me 3 mehan ber xwe dide. Dema derdikevin rê rojê li ciyekê pezê xwe didin mexel. Şilî jî bibare, her alî bibe çemûr jî em nikarin ji pezê xwe veqetin.”

– Barê li ser milê jinan zehf zor e

Îmkanên teknolojiyê li ber destê jinên koçer tunin lêbelê jinên koçer ji heqê her tiştî derdikevin. Ligel dijwariya koçeriyê ken ji devê jinên koçer kêm nabe. Semîha Baruta koçer beriya hilgêrê bi alîkariya zarokên xwe hiriya pêz birî.

Barutê got beriya ku tav bide radibe hevîr hasil dike, paşê nan li tendûrê dixe û wiha axivî: “Ez pêz didoşim, nan dipêjim, kincan dişom. Karê kesên li bajaran hêsan e. Heywandarî her demsalê zor e.”

Zeynep Baruta 11 salî ya di piçûktiya xwe da hînî dijwariya jiyanê bûye ji aliyekî ra dergûşa diya xwe ya 2 salî xwedî dike ji aliyekî ra lî alîkariyê dide diya xwe.

Çavkanî: AA

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply