Qewmê Salih (‘e.s)

Dibên Salih (‘E.S) dike û nake, qewme wî pe bawerî ye nayne, je re diben mafir ko tu dibe ez Pexember im, ka mucîzeyan nişane me bide ku em bi te ü Xweda ye te bawerî ye bînin.

Lewra Salih (‘E.S) rojeke ji Xwede Teâla duâ dike: , “Dibe Xweda ye min Tu ji min çetir dizane ku qewme min sîtemkar e, bi min û Xweda ye min bawerî ye naynin, Tu mucîzekî nîşanî wan bide, dibe ku bi Xweda ü Qaside Wî bawerî ye bînin”.

-Xweda ye Mîhrîban duâ ye Salih (‘E.S) di pejirîne û je re dibe: , “Tu qewme xwe bigre, bibe ber filan çiyayî, Ez wî çiyayî jihev diqelişînim, Devekî (heştir) je derdixînim, le tu ji qewme xwe re bibeje; bila kes qarişî Deve ye nebe, eger ku ew zirare bidin Deve ye, Ez e qehr ü xezeba xwe bidim ser wan, wan teva xerq bikim”. Her wiha Xwede Teâla dibe we ava çeme we bila 6 rojan ji we ra be, rojekî jî ji Deve ye ra be ü bila gundî Deve ji xwe ra bidoşin, ji şîre we mifa ye bibînin.

Salih (‘E.S) qewme xwe li hev kom dike, ji wan ra dibe we tim digot mafir ko tu Pexember e, mucîzeyan nîşane me bide ku em bi Te û Xweda ye Te bawerî ye bînin: „Dibe werin em herin ber filan çiya yî, ez e mucîze ye nîşane we bidim.

-Vana dibên mucîzeya te çiye?

Salih (‘E. S) dibê, wê filan çiya jihev biqelişe, Devekî je derbikeve, dibe eger ku hûn ji min bawer nakin ka wenn em herin bi çaven sere xwe bibînin…

-Bere qewme wî hinekî pe dikenin, diben heyran ji çiya û Deve derbikeve û hwd. wer hasil je bawer nakin!… Werhasile kelam Salih (‘E.S) qewme xwe îqna dike.

-Vana radibin diçin li ber çiya disekinin. Dema ku bala xwe didine, nalîn û zarîn bi çiya ket ku mirov je xof digre, wî çiya ye mezine bi zinar, jihev qelişî û Devekî wusa mezin je derket ku Deve naşibe deveyen cîhaneL. Vana Deve ya xwe digrin û ten gund: ,,Şîre Deve ye didoşin, şîr tera hemû yan dike heta ku ji ber jî dimîne”.

Vana 6 roja ji çem ave vedixwin. Rojekî jî Deve. Îcar li gorî nwayete diben wexta ku Deve ye berdidan ser çem, Deve ye hemû ava çem vedixwar. Piştî demekî, qewme Salih (‘E.S) li hev kom dibin, şewra xwe dikin, diben: ,,Pewîst e ku em ve deve ye bikujin, eger ku em nekujin, we rojekî bibe bela sere me. Vana rojeke bi dizî Salih (E. S) dikebin kemîne, dema ku Deve ji we da te, vana ledixin dikujin.

-Îcar ji ber ku qewme Salih (‘E.S) beemriya Xwede Teâla dikin û bi hovîtî we deve ye dikujin.

-Xwede Teâla jî, ji xencî bawermendan: ,,Qehr û xezeba Xwe li wan dike, hemûyan xerq dike.

Çîroka mi l’ civata yaran Rehmet li de û bave guhdaran Ji xencî xayîn û gemaran

 

Berhevkar: Ebdurehîme Mûşî – Serhat.com

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply