Nizamettin Ariç: Ez Hunermendê Gelê Xwe Me

Hunermendê kurd Nizamettin Ariç yan jî Feqiyê Teyran weku di nav Kurdan de tê nasîn, bi xwe ji Bakurê Kurdistanê ye.

Ew li herêma Agirî (Serhedan) hatiye dinyayê û ji berî 35 salan ve ji welêt sûrgûn bûye û li Almanyayê bi cî û war bûye.

Ew bi xwe ne bi tenê mûzîkjen û stranbêj e, lê ew akter û Derhênerê sînema ye jî.

Hunera hunermend Nizamettin Ariç bi şêweyekî taybet hatiye naskirin ku bi pisporî ew mîrata zengîn ji dengbêjiya Kurdî ve têkelî mûzîka nûjen dike û bi asteke bilind wan dide xwendin û reh û şaxê wan tîne pêşî instrûmentên mûzîka rojavayî mîna Piyano, Viyolin, Çêllo û Gîtar.

Nizamettin Aric 2

Ariç bi xwe ji herêma Serhedan hatiye ku dengbêjî lê gelekî geş û navdar e. Ew li ber dengê Şakiro, Gerabêtê Xaço, Meyrem Xan û dengbêjên Radyoya Yerîvanê ya li Ermenistanê mezin bû.

Di sala 1976’an de Ariç bi awayekî çalak di radyoya TRT ya Enqereyê de kar dike û  programên hunerî çê dike. Lê di sala 1979’an de li Agirî di konsera xwe de stranekê bi zimanê Kurdî pêşkêş dike. Ew yek jî dibe sedem ku ew  ji TRT were qewitandin û êdî dewleta Tirk astengî û gefa zindankirinê lê dike ku ji ber wan ew surgûn bû Almanyayê.

Di navbera salên 1979-1980 de cara yekemîn bi navê Feqiyê Teyran albumên bi navê Bêrîvan, Dîlan û Diyarbekir derxist.

Nizamettin Aric 1

Herdem Ariç bi êş û hesretên gelê xwe ve girêdayî ye. Ji ber wê jî piştî komkujiya Helebça, albuma xwe ya navdar Zînê derxist.  Di wê albumê de trajediya Kurdan bi gotin û helbestên helbestvan Şahînê Bekirê Soreklî der tîne.

Li kêleka stranan, Ariç fîlmek jî bi navê Klamek ji bo Beko deraniye ku gelekî serkeftî bû û xelat wergirtin .

 

Piraniya  jiyana xwe di stran û hunera Kurdî de bi deng, awaz û sazbendiya xwe derbas kiriye. Wî bi her awayî kêşe kişandiye jibo pêşxistin û parastina  çand û hunera Kurdî.

ji bo zaneyariyên bêtir li ser berhemên hunermend Nizamettin Ariç navê wî kilîk bike

Çavkanî: dengeamerika.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê ji aliyê Koma Şanoya Çiya ve hat amadekirin û pêşkeşkirin. Nivîskarê şanoyê …

Leave a Reply