Nexweşên dil gava sporê dikin divê bala xwe bidine çi?

Pisporê Kardiyolojiyê yê Nexweşxaneya Gaziosmanpaşa Park Medical Doç. Dr. Osman Sonmez bal kişande ser nexweşên dil û got, “Spor ji bo jiyanake bi sihet tiştekî pir girîng e. Lê nexweşên dil gava sporê dikin divê pir baldar bin. Tew hinek nexweşên dil lazim e qet sporê jî nekirn.”

Sonmez got, “kesên ku bi eforê sînga wan têşe, kesên ku têrnekirina dil pê re he ne, kesên ku hîpertansiyona bê qontrol pê re he ne, kesên ku ji ber nexweşiya diyabetê nexweşiya lebatan pê re he ne lazim e sporê nekin.”

Sonmez ji bo sporên bi rîsk jî wiha axivî, “Hinek nexweşên dil divê ji sporên bi pêşbazî dûr bisekinin. Bi taybetî jî sporên rakirina giraniyan, xurtkirina laşê mirov ji bo nexweşên dil pir xetere ne. Kesên ku di dilê wan de qûl he ne, divê noqvaniyê û sporên îrtîfayê qet nekin.”

Pisporê Kardiyolojiyê yê Nexweşxaneya Gaziosmanpaşa Park Medical Doç. Dr. Osman Sonmez destnîşan dike ku, nexweşên dil bi şerta şêwra doqtorên xwe ji bilî sporên extrem dikarin hemî sporan bikin.

Çavkanî: zamankurdi.com

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çend Nexweşî

Jarbûna Bazên Dil: Dil, xwe li gor tevgera bedenê dilivîne û dipîve. Beden çiqasî di …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *