NAV Û DEMÊN XWARINÊN KURDAN

1- FITÛR: Serê sibehê tê xwarin û vexwarin. Hin herêm, ji vî re “Taştê” dibêjin. Lê taybetî hin beşên herêma Serhedê û Xerzan, “Fitûr” dibêjin. Bi giştî, ew derên ku cihê kar û xebatê ye, sibehê zû diçin ser kar û divê hin tiştan bixwin û vexwin, vî bikartînin. Ev peyv ji, fir-kirinê, tê, -tûr jî, ji çentikê nanê, tûrê nanê, tê. Her du peyv dibin yek û “fitûr” derdikevî holê. Yanê firek şilemenî û ka pêre çi di haziriyê de hebe, wek nan, kade, penîr, lorik, jajî û hwd. bi hev re, bi xwin û vexwin. Hin herêm ji vî demê re, Xurîn, Xurînayî jî dibejin.

2- TAŞTÊ: Hin herêm, ji xwarina berê nîvro re dibêjin, hin herêm jî, bi taybetî ew herêmên ku FITÛR dibêjin, ew jî ji xwarina nîvro re dibêjin TAŞTÊ. Soranî: Çêşt, Zazakî: Taştî, şêxbizinî: Naşta ye.

3- FIRAVÎN: Ev dema xwarinê jî; wek li jor me anî ziman, ew herêmên ku xwedî kar û şixulin, di rojên dirêj de, xwe nagihînin êvarê û birçî dibin, di navbera taştê û xwarina êvarê de divê xwarin bixwin û vexwin, ji vî re jî FIRAVÎN tê gotin. Na vê wê jî, heman wek fitûrê; ji firkirina şilemeniyekê (av) û hebe xwarinek pêre bê xwarin, tê. Ev dema xwarinê, di rojên kurt de, taybetî jî, zivistanan tune ne.

4- ŞÎV: Ev nav û dema xwarinê, li her der û herêmê neguhere û ji xwarina êvarê re tê gotin. Yanê, di destpêka şevê de tê xwarin, navê xwe jî ji “şevê” distîne. Soranî: Şêw, Zazakî: Şamî, hewramî: Şam, Şêxbizinî: Şîm.

5- PIŞTEŞÎV: Ev, ji dema xwe û navê xwe jî diyare ku piştê şîvê tê xwarin û vexwarin. Ev jî, di şevên dirêj de bi taybetî, di şevên zivistanê de, mirov heya derengê şevê şiyar dimînin û birçî dibin, loma ew dem tê xwarin û vexwarin.

6- PAŞÎV: Di meha Remezanê de, navê Pişteşîvê, dibî Paşîv, ev her du hemwate ne. Lê Paşîv, ji ber meha remezanê, derengtir tê xwarin û vexwarin, Pişteşîv jî, hê zûtir tê xwarin û vexwarin.

 

Nîşe: Navê van deman, yê bi zaravayên, Soranî, Zazakî, Hawramî û Şêxbizinî, ji “Wîktînoary.org pêveka ferhenga Q.W hatiye girtin.

Ev hemû dem û navên diha, li we hemû hevalan NOŞÎCAN bibe.

 

Mehmet Can Demir

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply