Dayê, jiyana te bi kul û xema xemilandiye
Ev çiya û ev deşt li ber şopa pîye te ma ne
Di sîtila te de hêvîyên jiyanê hatine dotin
Ji xeftanê te qozeqeran ava dikim
Tu bûye bêrivana kerîye pez, bûye strana dengbêja
Di bilûra şivanan de awaza te
Di dergûşa nûxuriye malê de lorîna te dengvedide
Daye, tu mîna welatê min î
Çavên te çem û rûbar û asîmanên axa pîroz
Di ramusanên te de hêvîya zarokên bindest heye
Navê te çîrokek nejibîr bûye di mêjiyê min de
Dixwenim, dinîvîsenim te
Te, ji zarokên dipêçêkê de rê dibejim
Çendî ku bi salane di zîndanê kor de dijîm
Dema ku bayê felekê
Bêhnekê ji axa ku te pêlêkiriye biber min ve dişiyênê
Ez serxweş dibim dinav çar diwaran de
Çar dîwar bi gûl û kûlîlkan dibe bihar li min
Dema ku ez dibe welat tu tê bîra min daye
Dema ku ez dibe dayê welat tê bîra min
Hêvîyên ku bi azadiyê hatine meyandin
Behna nanê tenûra te difûrê li ser sînoran
Sînor parçe parçe dibin, dîwarên zîndanê parçe parçe
Ronahiyek diçirûse dilê min, dilê min şa dibe
Ji bîr nabe, ji bîr nakim, nadim ji bîr kirin
Ev ax bi ber e, dendikê ku tê de hatine çandin
Yek bi hezarî dide, hezar bi milyonan
Ê dî netirse daye, ez natirsim
Ew azadiya ku me çandiye emê biçinin
Di bin siya alayên kamraniye de.
DILAZAD A.R.T
dilazadart@gmail.com