Bi te piştî sala 2000an albûma herî baş a muzîka kurdî kîjan e? Çima?

ME JI 10 KESAN PIRSÎ:

 

MIZGÎN ARSLAN ŞAYBAK

Dema ev pirs ji min hat pirsîn hema suretê Mirady li ber çavê min peyda bû.

Bi taybetî albûma wî ya dawî ku min heta niha bi dehan caran guhdar kiriye. Belkî gelek stranbêjên kurd cûreyên edebiyatê adapteyî stranan kirine lê di vê albûma Mirady de wekî ku ev rihê edebiyatê bi awayekî xwezayî heye. Ji bo muzîka kurdî bigihêje asteke baştir divê stranbêj xwe ji zincîra folklorê piçekî azad bikin. Ferqa “Xwelî”yê ji bo min ev e, mirov him moderniteyê hîs dike di stranan de him jî hêza folklorê.

 

RÊDÛR DÎCLE

Ji sala 2000an û vir ve gelek albumên xweşik der- ketin û xebatên hêja hatin kirin. Lê belê, ligel van al- bum û xebatan, gelek tiştên dejenerebûyî ku xesarê didin û dan muzîk û çanda me jî hatin kirin. Di vê çarçoveyê de wexta meriv li xebatên muzîkî yên hatine kirin dinêre, li gorî min albuma ku bi awayekî cidî hatiye amadekirin û gelek tiştan di xwe de dihebîne albuma “Azadî” ya Nizamettin Ariç e ku di sala 2011an de derketiye. Lew, muzîk awayê herî muhîm ê heqîqeta Kurdî ye û ev album bi muzîka xwe di vê çarçoveyê de xwedî kûrbûyîneke ruhî û dewlemendiyeke çandî ye. Li ser asasên muzîka gelêrî ya Kurdî xwedî taybetmendiyeke pirdengî, yanî contrapuntal e. Di navbera muzîka Kurdî ya gelêrî û ya cîhanî de pêwendiyeke xweşik daniye.

 

AYSER ÇINAR

Bi ya min albûma herî baş a van salên dawî “Sîyam”a Rojdayê ye. Li gorî min; Rojda yek ji stranbêjên herî jêhatî yên muzîka Kurdiyê lê mixabin zêde nayê nasandin. Muzîk di navbera rabirdû û dahatuyê de pirek e û Rojda bi vê albûmê, bi dengê xwe yê zelal me dibe rabirdûyê. Di vê albûmê de, êş, evîn û kêfa Kurdan hemû hene. Herwiha trajediya li Cizîrê, Nisêbînê û Sûrê jî di strana “Ez im ez im” de xwe dide der.Ji bo min bi qasî hunerê, sekna polîtîk a hunermendan jî muhîm e. Rojda jiyana Kurdan wekî neynikê nîşanî me dide. Albûmên wê tim di refên min de ne.

 

MEVLUT OGUZ

Pênaseyên ‘herî’ û ‘ewil’ her tim bi problem in, lewma heta ji min tê ji wan dûr diçim lê bi dilekî rihet dikarim bibêjim ku albûma Nizamettin Ariç a bi navê “azadî” (kalan muzik, 2011) yek ji albûmên herî baş ên van salên dawiyê ye. Ji ber ku Azadî, mînakeke baş a helbestên bestekirî ye.

Wekî ku tê zanîn di albûma Azadiyê de şi’rên du helbestkarên gewre yên edebiyata Sovyetê Fêrîkê Ûsiv û Eskerê Boyik hatine bestekirin. şi’rên Ûsiv/Boyik û muzîka çaka Ariçî xweş li hev baniyane û xweş li hev hatine; di navbeyna gotin û newayan de hevsengiyeke spehî heye.

 

DERYA KILIÇ

Di demen dawî de gelek albûm û kom hene ku dema ez wan guhdar dik- im, dûrbûn û bindestiyê ji bîr dikim. Yek ji wan deng û koman ji Rojhilatê Kurdistane ye; Albuma ‘Khorshid e Mastan’ a koma Kamkarsê ku di sala 2012an de derketiye. Ev album dilê mirov dibe Rojhilatê û çîrokên Rojhilatê distrîne.

Yan din ji Bakurê Kurdistanê ye ku ev jî albûma koma Lawje ‘Selîqê’ ye û di sala 2013an de hatiye derxistin. Ev albûm jî hem ji bo mûzîka Kurdî û hem jî ji bo folklora Kurdî gelekî xweş û hêja ye. Her wiha tenê stranê nabêjin. Di her stranê de çîroka Mezopotamyayê vedibêjin. Lê bi ya min Lawje ji bilî çêkirina hunerê keleporiya zimanê Kurdî û Kurdan jî didomîne û dide nasîn. Ez hêvî dikim em ê di sibêrojê de berhemên hêjatir bibinin.

 

SELAMÎ ESEN

Helbet ne “Veger”a Ciwan Haco ye! Piştî mîlenyûmê dînamîkên civaka Kurdî guherîn û vê yekê bivênevê tesîrê li muzîka Kurdî jî kir. Mesele ew e ku huner bikaribe ruhê nemiriyê zebt bike û bi tarzeke resen berê wê bide sehneyê. Civakên azad he’j nûbûn û nûkirinê dikin, çinku, li gorî wan “jîyan” berdewam.

Muzîka Kurdî jî mecbûrê vê felsefeyê ye. bi “mirin”, “kuştin” û “dûbare”yê hew dê xwe bixwe. Bo nimûne, tê gotin ku di salên 90’î de nêzingî 400.000an kasêtên Şehrîbana Kurdî dihatin firotin. Lê, ka Şehrîbana Kurdî?

Kurt û kurmancî bersivê bidim: “Zeng”a Sîya Şevê! Bi ya min “Zeng”, di esasê xwe îtîrazek e li hemberî muzîka Kurdî ya zenggirtî; hilmeke nû ye di muzîka Kurdî ya fetisî de. Helbet, Sîya Şevê hew behsa “Zeng”ê nekir, behsa “Pûç”bûnê jî kir. Lê çi bû?

Pîyase, komîserên hunerê û muzîka kirêt ji wan re gotin “Hûn ‘Bêyom’ in!” Çi kirin û nekirin Sîya Şevê ji resenîya xwe nehat xwarê û got “Em ‘Li Pey Sîya Xwe’ ne!”

 

ADEM OZGUR

Albûma Ax lê Wesê.

Rewşan Çelîker, huner- mendeka nû tê qebûlkirin.

Stranên Rewşanxanê yên di medyaya cîvakî de tên weşandin, pir tên ecibandin û parvekirin. Albûma Rewşan Çelikerê ya bi navê “Ax lê wesê” li sibatê derketibû. Di vê albüme de 5 stranên kurdî, 3 jî stranên Ermenkî hebûn.

Stranên albûmê de gelekî xweş in û Rewşanxanê konsepteka nû anî muzîka kurdî. Ez dikarim bibêjim ev albûma di salên dawî de albûma her serkeftî ye.

 

JIYAN TUNC

Albûma Yunus Dişkaya ya bi navê Kamiran. Ji ber ku di vê albûme de heke hûn bala xwe bidin gotinan gotin, heke hûn bala xwe bidin muzik û melodiyê, harmoniyeke muzîkê heye ku hûn jê têr nabin. Di strana bi navê ‘Gulê’ de kêfeke melankolik heye lê naêşîne. Dibêje “muzîk tişta ku em dibihîzin e.’’

Gotinên wî yên tijî nîgaş hene û helbestvaniya wî her Koçero tîne bîra min. Neketiye nav qaliban, tarzeke ku nikarim navekî lê bikim ava kiriye. Helbestên Cegerxwîn û Kamiran Bedirxan bi dengê wî careke hatin dinyayê.

 

ÎBRAHÎM XELÎL BARAN

Piştî 90î mûzîka Kurda hate polîtîzekirin û bi serdestiya partiyan xe- tîmîndana mûzika me jî destpêkir. Lê jiber ku hinek albûmên berî 90î li Ewropa derketinî di dawiya salên 90î û di despêka salên 2000î da ketine dest me, em dereng bi vê xetimandinê hisiyan.

Mesela berhemên Ciwan Haco yên bi navê Girtiyên Azadiyê (1987) û Sî û Sê Gule (1991); ya Nîzamettîn Arîç a bi navê Wêneyên Xewnan (1993); albûma Azadî ya Koma Wetanê (1979) û albûma Nûbûn (vokal Nûrê, 1996) encax di sala 2002-2003êyan da hatin derxistin û li Bakurê Kurdistanê hatin guhdarkirin.. Ji ber vê wekî her tiştî, teqwîma Kurdan a dîskografiyê jî çello mello, xwar û xurde ye.

Lê bi min piştî 2000an albûma herî baş Dej (2016) a Kerem Sevinç e. Çima? Kurdîesk e, Zazakî ye, modern û western e, ruhdar û kûr e, gotinên stranan hemû helbest in ne tirro virro ne, besteyên wan bêhempa û orjînal û eslî ne, arenjeyên wan ecêb in, xwedî îhtîşam in. Loma, lewma, wilo.

Di wê albûmê da Rayir, Poşman, Eşkera, Êsîr û Mîssal stranên giranbuha ne û ne bawerim heta çendekî stranên wiha werin gotin… Aferîn Kerem Sevinç, aferîn.

 

ROJBÎN OZKAN

Bi rastî nikarim bejim; haya ji hemû albumên sala 2000 vir de heye. Lê qasê ku jê haydarim dikarim bêjim, li gorî min, albuma birêz Adem Tepe “dûrketim” albûma herî xweş e.

Ji ber ku birêz Tepe starên klasik û ên nûjen bi hev re bi dengekî gelekî xweş distirê. Taybet stranên herema serhedê her veha stranên dengbêjîyê jî. Pîrozbahîyê li kovara Popkurd dikim. hêvîyamin ew e ku temen dirêj û sûdwer be… Silav û rêz…

 

Çavkanî: POPKURD • Jimar 2 • 2018 Îlon 

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply