Mela Perîşan (1356-1431)

Ev helbesvan li Dînewerê ya bi ser Kirmanşanê ve ji dayik bûye. Ew bi Perîşanê Dînewerî jî têt nas kiirn. Ew heta niha bi helbestvanê yekê yê ku bi kurdiya goranî pesna mezhebê şîî daye têt nasîn.

Dîwana wî ya bi navê Dîwana Mela Perîşanê Kurdî di sala 1916-yê de li Kirmanşanê hatibû çap kirin. Pênasname û Saqîname du berhemên wî yên hêj neçapkirî ne. Kartêkirina rêbaza sofîtiyê »Elhirûfiye« ya şîî ya wî wextî li ser helbestên wî diyar e. Ji helbestên wî xwiya ye ku wî hem erebî û hem farisî jî baş zanîn e.

Çavkaniya: Mêjûy Edebî Kurdî, Dr. Marif Xeznedar, bergê yekê, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001.
Amadekirin: Sidqî Hirorî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply