Mamoste ji bo meteryalên nû perwerde dibin

791 mamosteyên Girkê Legê li ser merteryalên nû têne perwerdekirin. 325 mamosteyên Ereb jî di nav de hene wê mamostiya bi zimanê Erebî bikin.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi alîkariya Saziya Zimanê Kurdî û peymangeha Şehîd Baz dewreyên havînê birêxistin kirine. Di van dewreyan de mamosteyên herêmê li ser meteryalên nû perwerde û amade dikin.

Desteya Perwerde ya Kantona Cizîrê û Komîteya perwerde ya Civaka Demokratîk meteryalên pola yekê, duyem û siyemîn kiribûn zimanê kurdî. Derfet kêmbûn û mamosteyên ku van meteryalan bidin şagirtan kêm bûn. Roxmî wê jî bi deh hezaran şagirtan xwendin û sala xwendine biserkeftî derbas bû.

Desteya perwerde meteryalên nû ji bo pola çar, pênc û şeşemîn ji bo sala pêşiya me amade kirine. Ji bo mamoste li ser van meteryalên nû perwerde bikin, pêdivî bi mamosteyan heye. Ji ber vê yekê mamoste têne perwerde kirin. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi alîkariya Saziya Zimanê Kurdî û Peymangeha Şehîd Baz dewreyên havînê birêxistin kirine.

Rêveberiyê Saziya Zimanê Kurdî yê herêma Girke Legê Ebdul El-Hekîm Mîrza got ku 791 mamoste tevlî dewreyên havînê dibin û ji nav wan 466 mamosteyên zimanê kurdî li ser meteryalên nû, jiyan û civak, mûzîk, spor, dîroka oldaran, huner, bîrkarî û biyolojî perwerde dibînin.

325 mamoste ji pêkhateya ereb di wan dewreyên havînê de ciyê xwe digirin. Ew mamosteyên ji pêkhateya ereb ji bo perwerdekirina şagirtên ereb li ser meteryalên nû û madeya zimanê erebî dayîn têne amadekirin.

Li kêleka mamosteyan hinek şagirt jî li peymangeha Şehîd Baz a zanista civakî tevlî van dewreyên havînê dibin. Ji bo mamostatiyê têne amadekirin.

Mamoste Buşra Nîfo ya ji pêkhateya ereb e, li bajarê Rimêlan ê girêdayî bajarê Girke Legê jidayîbûye. Nizanîbû bi zimanê kurdî baxive. Piştî ku hevaltî bi keçên kurd re dike. Bi riya wan sala 2012`an diçe Saziya Zimanê Kurdî û fêrî zimanê kurdî dibe. Asta yekemîn û duyemîn dixwîne. Fêrî zimanê kurdî dibe û niha asta yekemîn dide 19 şagirtan.

Nîfo anî ziman ku divê gelê Ereb û Kurd fêrî zimanê hevdû bibin û bi hev re jiyaneke hevbeş bidin avakirin.

Şagirta bi navê Miha Ismender asta yekemîn a zimanê kurdî dixwîne û got ku ew keçeke Erebe û dixwaze fêrî zimanê kurdî jî bibe.

Derbar Çand Name

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply