Nexweşiya astimê, di her temenê de tê dîtin. Lê di zarokan de hîn zêdetirîn tê dîtin. Ji ber ku rêyên bêhnhildana (rêyên nefesa) zarokan teng in.
Ev nexweşî %85- 95 di berî 4-5 salî de dest pê dike. Nexweşiyeke reversîbl e. Yanê tê tîmarkirin (tedawîkirin).
Astim;
Di zarokan de; di kuran de ji keçan zêdetir tê dîtin.
Di peydabûna nexweşiyê de faktorên genetîk hene. Kesên ku di malbata wan de nexweşên astimê hebin, ew kes di bin rîskê de ne.
Di kesên ku di bedena wan de lezyonên (xetere, xera-be, çewtî, birîn hwd.) anatomîk, fîzyolojîk hene, rîsk zêdetir e.
Di peydabûna nexweşiyê de faktorên derdore:
Faktorên tewrînek (alerjîk): Hin cûreyên kêzikan, kuvarokên kufê, polenên dar û kulîlkan, hin cûreyên dermanan.
Enfeksiyon
Cixare
Hewaya gemarî
Nexweşiya astimê, pir zêde pejnkerî ye. Medîatorên ku di canê me de tên sentezkirin û di vê pêjnkeriyê de dibe sedem ev in:
Kemokîn
Lokotrîen
Sîtokîn (IL-1β, TNF-α, GM-CSF; IL-4, IL-5, IL-13)
Hîstamîn
Prostoglandîn D2
Klînîk (Vedîtinên Astimê)
Rêyên nefesê teng bûne, di van rêyan de înflamasyonên kronîk hene.
Kuxikên ku astimê dubare dikin û bi nobetan e. Kuxik piranî bi şev an jî di destê sibê de dest pê dike.
Vedîtinên Girîng Ên
Astimê:
Kuxik: Kuxika hişk, dubarekar û bi nobet.
Bêhnçikandin: Singê zarokan radibe û dadikeve.
Nefesa xîzinî: Dema ku nefesê dide ji pişikê dengekî wek fîtikan tê.
Kilmûş (belxam).
Di tedawiyê de dermanên ku rêyên nefesê fireh dikin (bronkodîlator) û kortîkosteroîd tên bi kar anîn.
Ji Bo Pêşgirtina Nexweşiyê;
Zarokan ji tiştên tewrînek dûr bixin.
Li cem zarokan cixare mekişînin.
Di malbata we de nexweşên astimê hebin, zarokên li xwe hişyar bin.
Zarok û nexweşên xwe di cih û mezelên bênhteng de nehêlin.
Fuad Hemedxan *Komxebata Kovara Pêngavê Ya Zanîngeha Çukurovayê
Kovara Pêngavê – Hejmara 5an