Li Amedê Festîvala Şanoyê Bi Germî Didome

Çalakiyên çand û hunerê yên di çarçoveya 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de berdewam dikin. Di roja sêyemîn a mîhrîcanê de jî şahonezan eleqeyek mezin nîşanî lîstikan da. Danê sibê de semînera “Nêrînek li Dîroka Şanoya Kurdistanê û Arasteyên Nû li Şanoya Rojhilat” ji aliyê Xusro Sine ve hat pêşkêşkirin. Di demjimêrên piştî nîvro de jî şanoya “Siltanê Fîlan” ku ji aliyê Şanoya Bajar ya Êlihê ve hatî amedekirin hat pêşkêşkirin. Di demjimêrên evarê de jî şanoya “Çirîkê Waran” ku ji aliyê Koma Şanoyê ya Kirmanşahê ve hatî amede kirin, hat pêşkêşkirin. Dê sibê bernameya festîvalê bi semînerek û dû şanoyan bê berdewam kirin.

Di çarçoveya 3yemîn Festîvala Şanoya Amedê de lîstikên “Çirîkê Waran” û “Siltanê Fîlan” hatin pêşandan, bîneran bi germî pêşwazî lê kirin. Hevşaredara me Gultan Kişanak jî lîstik temaşe kirin.
Festîvala Şanoyê ya Amedê ku îsal cara sêyan ji aliyê Şanoya Bajar a Amedê ya Şaredariyê ve tê lidarxistin didome.Mêvanê duh ê festîvalê Şanoya Kirmanşanê bû. Lîstika ku Hewas Piluk nivîsî û Nilûfer Qeleşaxanî derhêneriya wê kir, ligel hevşaredara bajarê mezin Gultan Kişanak gelek kesî temaşe kir. Lîstika bi zaravayê kelhorî yê kurdî bi vegotina xwe ya xurt a dîtbarî bala bîneran kişand ser xwe. Piştî lîstikê Kişanak û derhêner Celîl Toksoz kulîlk û plakêt dan şanogeran û ew pîroz kirin.

Di lîstikê de behsa welatê Amada tê kirin ku ji ber sê dêwan xela lê rabûye û ji bo serederiya bi xelayê têkoşîna serkêşên bi navê Mehîrdat, Pîrdat, Nêrgiz û Yasemîn tê vegotin.

Serkeftina moriyan dijî fîlan: Siltanê Filan

Lîstika din jî şanoya Siltanê Fîlan bû ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Batmanê ve hate amadekirin. Lîstik ji berhema Yaşar Kemal hatiye ristin û behsa serpêhatiya serdest û bindestan dikin, ev Salona Şanoyê a Navenda Çandê ya Cegerxwîn ev lîstik derkete pêş şanohezan. Bîneran bi germî pêşwazî lê kir û bi kulîlkan lîstikvanên Şanoya Bajêr a Şaredariya Batmanê pîroz kirin.

Di şanoya kurdî de giringiya rituelan

Perwerdekarê Şanoyê Dr. Xusro Sîna di çarçoveya festîvalê de li Salona Sînemayê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê semînerek da û bal kişand ku di şanoya kurdî de rituelên sererdê û asîmanan gelekî giring in. Sîna diyar kir ku ev rituel di şanoya kurdî de zemîneke çawa amade dikin û got, bêyî van şanoya kurdî kêm dimîne û weha domand, “Kesê raboriyê nizanibe dê nikaribe siberojê fêm bike û şanoyê bi xelkê bide naskirin.”

 Hawar.net

Derbar Rêvebir

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply