‘Folklora Me’ ya 12’yan derket

Kovara Folklora Me ku ji aliyê Weqfa Mezepotamyayê 3 mehan carek tê derxistin hejmara wê ya nû derket pêşberî xwendevanan.

Kovara Folklora Me hejmara xwe ya mehên pûşper, tîrmeh û gelawêjê ku ev dibe hejmara 12’emîn, pêşkêşî xwendevanên xwe dike.

Di vê hejmarê de jî stran, şabînok, meselok, mamik, xebrojk, beyt û îdyom di “Folklora Me” de hatine weşandin.

Gelek mesele û çîrok hene ku li herêmên cuda guhartoyên wan hene. Di vê hejmarê de ji van yek “Pîrê û dîk/Dîk û pîrê”  ku her yek ji wan li herêmeke cuda hatiye berhevkirin, hatiye weşandin.

“Hin îdyomên Erxenîyê-3”, “Çend mamik ji Agirîyê”, “Du meselok ji Licêyê”, “Du kilam ji eşîra bêrtiyan”, “Du beytên Colemêrgê”, “Diz û siltan”, “Şabînok”, “Serhatîya kiça paşa” hin nivîsên din in ku vê hejmarê ne.

*Ji bo abonetiyê:

Tel-WhatsApp: 0549 440 22 20

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply