Kesayetîyeke Îdealîst û Rêxistinkar, Şoreşgerekî Çalak: Dr. Fuad (1887-1925)

“Ji wê rabe here bêje Fuad beg/ Şi kurmanca ra rêzanî tu bê şek.

Qelem fêde dike îro tu rabe/ Xewa şîrîn ji bo me pir ezab e.”

Cîgerxwîn

Dr. Fuad bi eslê xwe ji Çêrmûga Diyarbekirê ye û ji mala Hecîqadiran kurê Hecî Îbrahim Efendî ye ku li Diyarbekirê berniyas bû. Xwendina xwe ya seretayî li Diyarbekirê dest pê idke, paşê jî li Stenbolê û piştî wê jî diçe Parîsê dixwîne û dibe doktor vedigere tê li Diyarbekirê bijişkîyê dike. Doktor li ser pîşeya xwe zor zana bû. Ji aliyê malbatî ve rewşa wan a aboriyê baş bû, wî gelek caran ji nexweşên xwe pere nedigirt û belaş derman dida feqîr û xizanan. Ji ber vê yekê di dilê xelkê de text danîbû, ji aliyê xelkê ve gelek dihat heskirin.

Ew ji berê de bi rewşa gel re mijûl dibû û kar dikir ku wan hişyar bike, da ku xwe ji bin zilm û dîlketinê rizgar bikin. Bo vê jî têkoşîneka dijwar û bi rêxistinî pêdivî bû. Bêşik ew bîreweriya pê re çêbûyî, çareserkirina pirsgirêkên civakî û netewî ji rêxistinbûnê cuda neditît. Ji bo vê yekê digel hinek hevalên xwe, di sala 1919 de şaxê Diyarbekirê yê Komela Tealî ya Kurdistanê birêxistin dikin. Qedrî Cemîl Paşa di pirtûka xwe Doza Kurdistanê de wê pêvajoyê weha dîyar dike:

“Komela Tealî ya Kurdistan di demekê kurt de li gelek deveran liqên xwe vekirin. Bi tenê li Diyerbekirê bi hezaran kes bûbû endamê Komelê. Di wê demê de Ganîzade Doktor Cewded Begê ku ji Stenbolê hatibû Diyarbekirê beşdarî vê Komelê bûbû. Doktor Fuad Beg jî endamê Komelê bû. Ji bo ji van kesên behremend û xwedan ezmun mifayê werbigrin des- teya rêveberiyê xwe ji kar kişand.”

Piştî xwe hilkişandina rêvebirya berê, desteyek nû ya rêvebirinê tête dirustkirin, Dr. Fuad dibe yek ji endamên vê desteyê û digel hevalên xwe dest bi xebat û rêxistinê dikin. Qedrî Cemîl Paşayê ku yek ji endamên wê desteyê bû dibêje:

“Li ser pirsa netewî me ligel Doktor Fuad, Bavê Tûjo, Cercîzade Fîkrî, Elî Lîcêyî civînek kir, me biryar da ji bo em rewşa Mehmud Berzencî fêr bibin û peywendiyekî li gel rêkxistina wî daynin, ji ber vê çendê jî pêdivî bi çûna Silêmanî hebû. Ji bo vî karî me di nav xwe de qura çêkir, kar kete ser milê Bavê Tûjo. Bavê Tûjo di nav çend rojan de bi rêka Remanê gehişte Mûsilê, lê di wê demê de îngilîzan li beramberî Mehmud Berzencî keti- bûne bizavê û rê nedane Bavê Tûjo biçe Silêmanî û Bavê Tûjo girtin dan destê tirkan. Bavê Tûjo şandin Enqerê da ku dadgeha wî bikin, demekê li zindana Enqerê ma û paşê berdan û careka din vegeriya Diyarbekir.”[1]

Piştî ku Komela Tealî ya Kurdistan parçe dibe û Serhildan Qoçgirîyê têk diçe, di nav grûbên rewşenbîr û rêxistinên kurdan de fikra yekbûn û rêxistineka nuh dertê holê. Di vê çarçovê de bi pêşengî û serokatiya Xalid Begê Cibrî û hevalên wî, bi navê Komîta Îstiqlala Kurdistanê rêxistineka nuh di şiklê bereya netewî de tête damezirandin, ku ji çendek grûban pêk hatibû. Bi vê awayê gelek rewşenbîr û grûbên siyasî yên kurd li dora Mîralay Xalid Begê Cibrî berhev bûbûn. Navê kurt ê vê rixistinê Azadî bû. Di bin rêvebiriya Azadîyê de,

“şoreşger û rewşenbîrên kurd ji bo azadiya Kurdistanê kar dikirin da ku bikaribin karê şer rêk bixin. Ji efserên kurd Îhsan Nurî yê Bidlîsî, Mulazim Îsmaîl Heqî Şaweysê Silêmanî, Xurşîdê Hertûşî endamên girîng yên vê rêkxistinê bûn. Mulazim Îsmaîl Heqî Şaweysê Silêmanî li ser fermana ku ji navenda rêkxistinê ya li Erziromê ye wergirtiye da ku li deverên din yên Kurdistanê karê rêkxistinê pêk bihîne hatibû Diyarbekir. Bi beşdariya min, Cemîl Paşazade Qasim Beg, Dr. Fuad, parêzer Mihemed Efendî (Bavo Tujo) ango Hecî Axtiyê navdar, Ekrem Cemîl û hindek hevalên din ve me tayekî (şaxek) vê rêkxistinê li Diyarbekir vekir. Peywendiya tayê me û ya navenda Erziromê bi kodan (şîfre) li ser rêka serokê tayê Darahênê, Tayib Elî yê fîdekar ve çêdibû.”[2]

Dr. Fuad mesûlê komîteya bajêrê Diyarbekirê bû. Her weha propagandîst û rêxistinkarekî jêhatî bû. Wî rêxistina nava bajêr û agadarî û peywendiya bi derva re pêk dianî. Her wiha, Dr. Fuadî bi kurdên başûr (Mûsil, Silêmaniye) û yên Binxetê re jî di nav têkiliyê de ye û berdewamî ji hev agadarî werdigrin. Ji vê yekê jî derdikeve holê ku Komîta Îstiqlala Kurdistanê, rêxistin û tekoşîna xwe li tevayî Kurdistanê dikir.

Dr. Fuad di nav vê xebat û tekoşînê de, rêxistinkarekî rewşenbîr û şoreşge- rekî netewî yê çalak bû. “Dr. Fuad kurdperwer û pêşengê doza kurd e, ji bo pêkanîna vê yekê amade ye her fedekariyê bike.” Beriya ku serhildan dest pê bike dixwaze bi navê Mezopotamyayê rojnameyek derbixe. Wî  “hemû jiyana xwe, zîrekî û ramana xwe bo çêkirina Kurdistaneke serbixwe serf kiriye.” Wî dixwest bi her liv û tevger û helwêsta xwe ji gelê xwe ra bibe mînak û hişyariya netewî pê re peyda bike. Wek mînak, di wan deman de grûba endamên Komîta Îstiqlal wek helwêsteke netewî, ji bo propaganda û moraldayina gel, cilûbergên kurdî-herêmî li xwe dikir û bi vî awayî li nava sûka Diyarbekirê digeryan.

Ji gotar û gazindên kadroyên wê demê dîyar e ku di têkiliyên navend û liqan de lawazî û alozî hebûye. Ekrem Cemîl Paşa vê yekê weha tîne ziman “Liqên Azadiyê yê girîng bi raya min yê Diyarbekirê bû. Serokên me li Eziromê serhildanek amade dikir. Lê mixabin me ji çi tiştekî agahdar nekirin. Çi tiştek di derbarî xeta bizavê de nîşan nedan. Ji me çi xizmet û karek nexwestin.”[3]

“Di roja 8ê Sibata 1925ê de, demê pêzanîna kuştina leşkerên baregeha tirk yê Pîranê belav bû û me bihîst,  em wek endamên tayê Diyarbekirê ya rêkxistina Azadî, tênegehiştin ev ji bo çi û bi çi armancê hatiye kirin. Ji ber ku serokê Azadî Xalid Begê Cibrî û endamên wê yên bi karîger girtîbûn û hêj damezrandina rêkxistinê nehatibû temamkirin, me hizir nedikir ku ev bizav bi biryara rêkxistinê ve hatiye kirin. Em di nav matmayîn û dudili- yekê de bûn. Ji bo em rastiya vê bûyerê fêr bibin, me mirovek şande cihê bû-yerê, lê demê em hêviya hatina wî mirovê bûn ez û çend hevalên bi kurdîniya xwe ve berniyasin hatine girtin. Em di bin siriyeke leşkeran de, li zindana adliyê hatin hepiskirin. Hêrîş û teqînên ku li ser navenda Diyarbekirê çêdibûn, hevalên neteweperwer di zindanê de li ser wan şîroveyên cûrbicûr dikirin û bi meraqekî li benda encamê bûn. Ev rewş bi qasî bîst rojan berdewam kir û heta ji Edenê firqa leşkerî hat û hêrîş bire ser şervanên ku Diyarbekir dorpêç kirine, hingê rewşa vî karî hate guhertin. Êdî me di zindanê de dengê çekan nedibihîst. Piştî ku ev bizave hate tepeserkirin me hinde jî hêvî nedikir ku dê karekî hovane û dirinde bihête kirin. Pêkhatên ku hindek fermandarên bêwijdan kirin, ne di demê Hulago û ne jî demê Nêron de hatine dîtin.”[4]

Piştî ku serhildan şikest, Mehkema Îstiqlalê ya Şerqê li Dîyarbekirê hate damezirandin, Dr. Fuad bi xwe jî wekî gelek şoreşger û rewşenbîrên kurd tête destgîrkirin. Di destpêkê de dosyaya Dr. Fuad û Şêx Eyubê Sêwregî vekirin. Ji xwe Dr. Fuad, ji berê ve bi îddîaya xebata Kurdistana serbixwe hatibû girtin û sucdarkirin, di mehkema eskerî de doza wî dewam dikir. Dr. Fuad, di xebata binerdî (îlegal) de pirr hesas û ketûm bû. Ji ber vê yekê di derheqê endametiya wî ya rêxistinê de, li ber destê mehkemê îsbatên şênber pirr kêm bûn. Dadgeha Îstîqlalê ji bo cezakirina wî çi delîlek cidî peyda nekiribû. Hinek tiştên ku di çarçoveya huqûqê de nabin delîl, wek delîl derxistibûn pêş. Di rewşên wiha de çêkirina sedeman û lihevanîna derewan ne zahmet e. Her wekî ku bi ser Hesen Xeyrî yê Dêrsimî ve hat, ew jî bi hinek îddîayên pirr sivik û basîd sûcdar kirin: ku dibêjin “di dema serhildana Şêx Seîd de, tu bi cil û bergên netewî yên kurd di nav sûka Diyarbekirê de geryayî”; ya din, wî di lêpirsîna xwe de gotibû ez Zaza me, ev gotin ji bo sêdaredana wî wek tewaneke (sûc) din hate pesendkirin; her weha, ew nameya ku Dr. Fuad ji bo merivekî xwe yê bi navê Ferîd Paşa ku li Stenbolê dijiya nivisandibû, ji aliyê mehkemê ve wek belgeyê têkiliya wî û Tevgera 1925an tête nîşandan, û dibe sedemê darvekirina wî. Di wê nameyê de derbarê rewşa herêmê û tevgera kurd de weha tête gotin:

“Şaxê Mûsil û Bexda yê Komîta Îstiqlala Kurd, ev çend meh e ku faaliyeteka cidî dimeşîne. Bi emr û nîşandana vê komîteyê, Şêxê Xinûsê Şêx Seîd Efendî dest bi serhildanê kiriye û hatiye gihiştiye Licê û Hêneyê. Vê gavê li bakûrê Diyarbekir û 8-9 seat li dûrê bajêr şer çêdibe. Xwedê dawîya wê xêr bike. Komîta Helebê jî bo heman armancê amade- kariya xwe ya bo serhildana gelê kurd tewaw kiriye. Mûş û hawîrdora wî ketine destê hêzên eşîretan. Di dawi-yê de dikarim vê bêjim, armanca fikra Kurdistanê, hukûmetê mecbur kiriye ku bi ciddî li ser vê yekê bifikre. Em binêrin ka dê çi bibe?

Ez bi xwe, piştî dîtin û bihûrandina rojên derbeder, li benda demê me.”[5]

Ew dem hat, di encama mehkemekirinê de yekemîn ceza darvekirinê bo Dr. Fuad û Şêx Eyubê Sêwregî tête birrîn.

“Vê biryarê, kenê rûyê kesayeta îdealîst, neteweperwerê kurd Doktor Fuad têk nebiribû. Bi helwesta xwe ve jî nîşan dida ku ew çi girîngiyê nade biryara sêdaredanê. Piştî biryara sêdaredanê, ji bo bi zêdeyî êşê bidin mehkum sê rojan didane rawestandin û paşan ev biryare pêk dihanîn. Lê qaşo zeman didan ku ji bo ev biryar ji layê dozger ve bihête temyîzkirin. Lê dozger çi biryareka dadgehê temyîz nekiribû. Li gor gotina rêveberê zindanê Ezîz Efendî, doktorê me Fuad di nav van sê rojan de çi xemgîniyek nîşan nedaye, li ser xwe bûye û ji rêveber daxwaz kiriye ku li jûra rêveber bi xêzana xwe re tenê bimîne û di her sê rojan de jî bêyî ku avê bikarbihîne li gor pêdiviyên ayînî xwe paqij kiriye. Piştî biryara sêdaredanê ji bilî kurdan, kîjan takekesê gelê din dikare hinde li ser xwe be. Ji berhema vê peywendiyê zarokek kurîn ji dayika xwe bû û navê bavê wî Mihemed Fuad lê kirin.”[6]

Dr. Fuad, di 17ê Nîsana 1925an de, roja înê di şefeqa sipê de wek yekemîn kadroyê Tevgera 1925an digel Şêx Eyub li meydana nizîkê deriyê Serayê têne darvekirin. Dema ku ew şoreşgerê netewî yê kurd dibin ber dara sêpiyê, ew serê xwe bilind dike û berê xwe dide bêdengiya beden û kolanên Diyarbekirê

û wê gavê ji me ra wisa tarîf dike:

“Şevek tarî ya hebû ya tune bû nîv;

Deşt di xew da çiya digrî, ne hilate hîv”

Û pişt re bersîva celadên xwe dide, dibêje:

“Ji bo welatê xwe bi mêranî mirin, her gav di bîra min de bû. Ev axa ku îro em li ser têne darvekirin, bêguman dê rojekî alaya serxwebûnê li ser bête hilkişandin.”

Bila ruhê wî şad be.

Dr. Fuadî di dilê gelê kurd de text danîbû. Ew dilîniya wî ya hemberê gel, heman demî dilxwaziyekî bo wî çêkiribû di nav gel de. Lewma li pey darvekirina wî xelkê Diyarbekirê kilaman li ser wî dibêjin. “Li gorî ku Faruk Hatipoğlu ji devê Şevket Beysanoğlu dibêje, kilamek weha li ser wî hatiye gotin: “Şûşeyên wî li her derê diberiqin / Bêje lo diktoro, bêje lo Fuado! / Diyarbekir bo te digirî / Bêje lo diktoro, bêje lo Fuado![7]

Piştî têkçûna Tevgera 1925an û darvekirina Dr. Fuad, ji aliyê dewleta komarê ve paşnavê “Erkmen” li malbata wan tête danîn. Lê pişt re ev paşnav ji aliyê kurê wî ve weke heqaret tête qebûlkirin û ji ber vê yekê tête guherîn. “Sê zarokên Dr. Fuad çêbûne; keçek û lawek ji jina pêşîn in û lawek jî ji jina duyemîn e. Kurê wî Muzafer ku ji jina pêşîn çêbûbû, ji bo bi bîranîn û bîrxistina neheqiya li bavê wî bûye, paşnavê xwe diguherîne dike “Öldürülenoğlu/ Kurêkuştî”.

Muzafer ji Şaredariya Kadikoya Stenbolê teqawît dibe û di sala 1978ê de diçe rehmetê. Qîza wî Dîcle Oldurulenoglu di Lîseya Anatolya ya Kadikoyê de mamostaya zimanê îngilizî ye. Kurê piçûk ê Dr. Fuad, Mehmed Fuad Erkmen jî, di sala 1949 de Koleja Huqûqê ya Stenbolê xelas dike û bo demeke kurt li Nîgdeyê dozgerîyê (savcı) dike û pişt re dev jê berdide, dest bi abukatiyê dike. Ew ji sala 1955an vir ve li Îzmîrê abukatiyê dike.”[8]

Îro jî li ser armanc û naveroka Tevgera 1925an gengeşî berdewam dikin. Di serî de berdevk û pêgirtiyên îdeolojiya fermî ya Dewleta Komarê, rayedarên wê demê yên Dewleta Sovyetê, gelek grûbên çepgir yên tirk û hinek kesayet û grûbên kurd jî dixwazin Tevgera 1925an û pêşengên wê, wekî hewldana oldar û kevneperestên li dijraberê Komara Tirkiyê û îradeya tevgerê jî wek halandan û tevdana hêzên emperyal yên derve nîşan bidin. Di vê çarçoveyê de, Kemaliyan bi hênceta Tevgera 1925an, Qanûna Teqrîrî Sukûn derxistine û xwestine bi vê yekê hem serê daxwazên meşrûyî yên gelê kurd bigre û hem jî oposiyona(muhalefeta) nava xwe pêş kirin.

Rêvebirên Dewleta Sovyetê (Bolşewîk) jî, bi derewên mezin ên bê binyad Tevgera Rizgariya Kurd a 1925an, bi egera havkariya bi hêzên emperyal re, taybetî jî bi yê îngiliz û fransizan re sûcdar dikin û miqabilê wê, piştgirîya kemaliyan dikin. Hukûmeta Kemalî, wek tevgereka “netewî û şoreşger” dibînin. Gotar û nivîsên ku di rojnameyên tirk de darbarê Tevgera 1925an de têne belavkirin, pesend dikin û piştgirî didine wan. Raskolinîkof di nivîseka xwe ya di rojnameya Pravdayê (Moskova, 26.02.1925) de weha dibêje:

“Rojnameyên tirk ku dibêjin ev tev- ger bi piştgirî û halandana îngilizan ve ji layê fêodal û muslumanên fanatîk ve hatiye rêxistinkirin rast e. Îngiliz bi tûrik û çewalan pare û des- tek didine wan… Dewleta nû ya Tirkiyê, berhema tevgereke rizgarî-xwaz e. Ev serhildan jî ji layê hêzên emperyal yê Îngiliz ve li herêmên Rojhelata Tirkiyê hatiye destpêkirin. Ji ber vê yekê, çîna karkerên dinyayê rêz li vê tekoşîna dewleta Anqerê dig- re, dê bi şûr û agir li hemberî emper- yalîzma zordar ya dinyayê, piştgirî bide Şoreşa Netewî ya Tirkiyê.”[9]

Demegog û şarlatanên Bolşewîkan û dagirkeran di derbarê tevgera kurd de ji bo xapandina raya giştî ya dinya û navxwe, çi derewan li hev tînin bila bînin, çi dibêjin bila bêjin, “roj bi bêjingê nayê veşartin”. Agadarî û belgeyên berdest, gotar û daxuyaniyên wan ên bê bingeh derewîn derdixin. Heta rêvebirên wan bi xwe jî, ji alîyekî ve mecbur mane ku rastiyê mikur bibin. Mehkema Îstiqlalê ya Şerqê, di dawiya mehkemekirina rêvebir û beşdarvanên Tevgera 1925an de, digîje wê encamê ku armanca Tevgera 1925an damezirandina “dewle- tek serbixwe ya Kurdistanê” ye. Piştî 63 salan, serokwezîrê wê demê Ismet Inönü jî, li ser naveroka tevgera 1925an di bîranînên xwe yên ku di sala 1987an de çap bûne weha dibêje:

“Ez di vê baweriyê de me, dema ku em sedemên serhildana Şêx Seîd dinirxînin divê baş bala xwe bidinê. Her hal divê em vê wek tevgereka netewî qebûl bikin.”[10] Her weha Îsmet Paşa di heman pirtûka xwe de, di derbarê Tevgera 1925an û têkiliya wî ya bi dewletên bîyanî re û bi taybetî jî bi dewleta îngiliz re weha dibêje: “Di van hemûyan û serhildana Şêx Seîd de tesîrê propagandaya ku bi salan e li welêt tête kirin hatiye dîtin. Tu delîlekî nehatiye dîtin ku serhildana Şêx Seîd rasterast ji aliyê îngilizan ve hatiye sazkirin yan jî piştgirî jê re hatiye dayin.”

Tevgera 1925an ji aliyê îdeologên Dewleta Tirkîyê û hevkar û hevpeymanên wan ve bi çi navî tête navkirin bila bête, di pişt wê de rêxistina Azadî (Komîta Îstiqlala Kurdistanê) û rêvebir û endamên wê yên şoreşger û fedekar hebûn. Di dawiya darezandina şiklî ya “Mehkemeyên Îsiqlal yên Şerqê” de jî serhildan û hereketa 1925an bi vî awayê tête tarîfkirin:

“Serhildana li Şerqê; hem ji aliyê nasname û naveroka xwe, hem jî ji alîyê armanc û ruhiyeta rêxistinkaran ve, bêguman tevgerekî netewî ye û ji xeynî damezirandina dewlet û hukûmeteke kurdî tu aramaca wê nîn e.”

Belê Dr. Fuad jî şoreşgerekî çalak ê vê rêxistinê bû.

Seîd Veroj-Kovara Bîr

Çavkanî:

– Ekrem Cemîl Paşa, Kurtejiyana Min

– Zinar Silopî, Doza Kurdistan.

– Uğur Mumcu, Kürt İslam Ayaklanması..

– Şevket Beysanoğlu, Diyarbakır Tarihi, cild: 3

– Ismet Inönü, Hatıralar, 2. kitap

– Naci Kutlay, Bîranînên Min

– Belgelerle Şêx Said Hareketi, Bolşevikler ve Kemalistlerin suç ortaklığı

[1] Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, r. 58

[2] Qedrî Cemîl Paşa, Doz Kurdistan, r. 78

[3] Ekrem Cemîl Paşa, Kurtejiyana Min, r. 44

[4] 4 Qedrî Cemîl Paşa, Doz Kurdistan, r. 84

[5] Uğur Mumcu, Kürt- islam Ayaklanması/Serhildana Kurd-Îslamî, têbinî (239), r. 221

[6] Qedrî Cemîl Paşa, Doz Kurdistan, r. 85

[7] Naci Kutlay, Bîranînên Min, weş. Avesta, 1998, r. 171

[8] Uğur Mumcu, Kürt- İslam Ayaklanması/ Serhildana Kurd-Îslamî, têbinî (4), r. 222

[9] Binêr: Belgelerle Şêx Said Hareketi, Bolşevikler ve Kemalistlerin suç ortaklığı, www.newroz.com

[10] İsmet İnönü, Hatıralar 2. kitap, Bilgi yay. Ankara 1987, s. 200

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply