keça kurda gulîzerê
ez ê
xwe bispêrim hembêza xeyalên
penaber
tûrikê helbesta xwe bi êşa eşqa te
dagirim
û bi gavên şemitok ber bi şopa te ve
bipekim
keça kurda esmerê
ez
heyranê fîstanê sor ya bejn û bala te me
dengê bilbilê bostana te me
derwêşê gerok yê çolistana te me
dengvedana kendalên tarîstana te me
li nav qelebalixa kolanên bajarê te
sêwî mam
di axîn û nalînên sewdaya te de
kal bûm
di tîra bijangên te yên tûj de
hatim kuştin
keça kurda gewrê
tu
şewqa çira tenêtiya oda min î
lezeta guşiyê tirî ya baxê min î
tilîliya qêrîna bêdengiya min î
li dûrî hesreta te
rondikên xwînê diniqutin
ser laşê jiyana stewrbûyî
movikên pişta min
di bin barê hezkirina te de
şikestin
her şev
îskeîska pêlên bayê felekê
dadiqurtînim
xewnereşkên bi xof
xwe li gewriya henasa min
dipêçin
keça kurda çavzeytûnê
te
bi çirûskên agirê awirên melûl
kezeb û gurçik li min
peritandin
ez ê
perdeya demsalên gunehkar
bidirînim
çûka hêlîna dilê xeydok
ber bi stêrka xewnên te ve
bifirînim
bi rengê hineya kefa destê te
keskesora derûniya xwe
ava bikim
hîqehîqa kenê te ya xweşik
di albûma giyanê xwe de
nîgar bikim
keça kurda lêvfîncanê
ez ê
qûntarên çiyayê şengalê
ji te re bikim warê şahî û dîlanan
li perestgeha Laleşa Nûranî
qesîdeyên Yezdanê dilovan
bixwînim
û li dora Tawûsî melek
semaha rojbûna te
bigerînim
keça kurda bêhnqurnefîlê
kulîlkên bêrîkirina min
li ser qefesa te ya gewr
şîn dibin
çokên min
li derbederiya çolbeyarên tenha
kûd û şerpeze bûn
têlên kemanê serxweş
melodiya êşa dûrbûna salên te
dilorîne
sebir
di bin dilopên barana har de
şilopilo bûn
di tunebûna te de
tîrêjên berbangan li eniya xwe
reş girêdan
keça kurda nazdarê
were
deriyê qonaxa eşqa dilê xwe
ji min re veke
bi dermanê tiliyên narîn
jana qolincên min
mist bide
bedena westiyayî
di neynika bedewiya xwe de
vehesîne
kul û birînan
bi bişirînên xunava lêvên hingivî
bikewîne
çemên xweşsohbeta gotinên şîrîn
li ser zimanê lihevgeriyayî
biherikîne
Xizan Şîlan
2014-08-11
Stockholm