Kebaba Sêniyê

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 4 kesan

*Goşt. Kîloyek

*Firingî: Nîv kîlo

*Îsotên tûjikî: 6 heb

*Rûnê nivîşk: 2 kevçiyê xwarinê

*Dûv: Têra xwarinê

*Sîr: Serîyek

*Îsota reş: Kevçiyekî xwarinê

*Xwê: Têra xwarinê

ÇÊKIRINA KEBABA SÊNIYÊ

Goştê xwe bikin kerî û di sêniyê de rêz bikin. Firingî û îsotên xwe yê hûrkirî  li ser goştê xwe rêz bikin, sîran biqeşêrin bixin ser goşt, melzemeyên din, tevî dûv berdin ser goşt û bişînin firinê. Hosteyên firinê qaydeyê  pijandina vê kebabê zane, li gorî vê yekê firinê eyar dike. Dema kebaba we hate pijandin, li gel nanê germ ji firinên bînin û deynin ser sifreyê.

Noşî can be

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply