Rûpelên kitêban, bi nîgarên rengareng xemilandî, nivîsên wan jî digel nîgaran hûnandî ne. Metnê kitêban, nivîskar bi xwe vejandiye; ne ku folklorîk û werger e.
Lehengên van kitêban ajal in. Li ser zarê wan bi awayekî pedagojîk zarok tên perwerandin. Ewana gelek têgehên razberî hînî zarokan dikin, herwekî; arîkarî, hevaltî, hevkarî, quretî, nefsbiçûkî, wêrekî, tirsonekî û gelek tiştên din.
Jiyana lehengan, li Daristana Şêrîn dibore. Her çar danê salê jî dibînin. Gelek tiştan fêr dibin û fêr dikin; biharî gul û gihayê, havînî tîn û tîrêjan, payîzî pûş û xezanan, zivistanî berf û baranan û gelek tiştên din…
Ajalên daristana şêrîn, bi tevgerên xwe yên li malê, li mektebê û digel hevalan, ji bo xûyê xweş û karekterê baş dibin rêber û rênuma ji bo zarokan.
SETA DARISTANA ŞÊRÎN JI VAN KITÊBAN PÊK TÊ:
1-Poşmaniya Mar
2-Kanûgrû Gogo
3-Sihorîka Tirsonek
4-Hechecika Delal
5-Malbata Meymûn Xanim
6-Çirçirk û Cîranên Wê
7-Xewa Piling Pîlo
8-Roja Bavan
9-Roja Dayikan
10- Reşbelaka Daristana Şêrîn
Nîşe: Ev kitêbên zarxweş, ji bo zarokên xweşik niha li standa Nûbiharê ya Fuara Tuyapê ye.