Hêzdarî

destê xwe dirêj ke

hêza germahîya xwe belav’ke

hêzdarî;

hezdarî yê diparêze,

li nik û li gavê

dildarîyê ramûse

bi wê germahîyê re,

tenêtî diçilmise

wê jîyanek wek hev ava be

bi wê bawerî’yê

bi awirên xweşbînîya dilan

çav bi çavan,

azadîya jîyanê divê

bi wan çavên gul berojî

bi xuşîna baranê re

wê aştî bê pêşwazîkirin

li wan kêlîyên hêza germahîya dil

li gel wekhevîyê

hezkirina xwe  dîyar’ke

 

Bawer Berbang

 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kurd û Rewşenbîrî: Rola Rewşenbîrên Kurd di Avakirina Nasnameya Neteweyî de 

✍️ Nivîskar: Mirza Xanî  Rewşenbîrên Kurd di pêvajoya şêwirmendiya civakî, çandî û zimanî ya gelê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *