Herimandin

Zarên dilê min
Gedên xaka min
Li rojhilata navîn
Dengê çivîkên sibê
Bordûman kirin
Li aştiya stêrkên şevê
Tune kirin
Rabirdû û dahatû
Bi bombe û mînan
Bi mirina dûxan û dû
Li deşta rabirdûyê
Û li dilê dahatûyê
Dengê çivîkên gedan
Dengê dîkê siban
Ji reh birrîn
Bi hezar çîrokên birîn
Dê ji zar
Û zar ji bavan
Bi dûxana bordûmanê
Konê aştiya keybanûya dilan
Konê hêvî û şadûmanê
Koçber kirin
Penaber hiştin
Ji mal û taxê
Ji hewşên her cûre
Fêkî û siya wan
Ji lîskên herî û axê
Dûr xistin
Zarên dilên min
Gedên xaka min
Li oxira xwînmijan
Bi ba û bahoz
Bi dengê çek û tankan
Li zarên dilê min
Bi êş û keser û jan
Herimandin jiyan

Mustafa Rêzan
07.06.2017 Amed

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply