Helbestvanê kurd Mihemed Eli Heso duh li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
Bûkê rindê ciwanê kevoka Kurdistanê, gava çavê min pê ket dilê min agir pê ket. Xwediyê van gotinan helbestvanê Kurd Mihemed Elî Hiso ku wek Nûjen jî dihat binavkirin, duh 04.03.2016 li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di 86 saliya xwe de koça dawî kir.
Mihemed Elî Hiso di sala 1930î de li gundê Mozan yê girêdayî bajarê Amûdê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû û jiyaneke zor û dijwar derbas kir û ji ber xebatên xwe yên siyasî gelek caran hat girtin û di zindanên Sûriyê de rastî îşkenceyên mezin hat.
Wî di 20 saliya xwe de gelek siyasetmedar, rewşenbîr û helbestvanên navdar yên mîna Osman Sebrî, Cegerxwîn, Nûredîn Zaza, helbestvanê Komara Mehabadê Hejar Mukiryanî û zimanzan Cemal Nebez nas kirin û bi kartêkirina wan ji wê çaxê ve dest bi nivîsandina helbestên Kurdî kir.
Piraniya helbestên Hiso yên qeşeng û herikbar ji aliyê stranbêj û hunermendên Kurd yên navdar ve hatine gotin û li her çar aliyên Kurdistanê belav bûne, wek Welat kaniya zêra ye, hatiye nivîsandin, lo şivano, taxa fila û gelekên din.
Hiso di sala 2008an de hêjayî xelata Cegerxwîn ya Helbestê hat dîtin. Ji xeynî dîwaneke neçapkirî, Wî çar dîwanên helbestan li pey xwe hîştin bi navê: Nalîn (1998), Zîlan (2002), Derdê Ezîtiyê (2004) û Berxwedan (2012).
Hiso navê keça xwe “Nalîn” ku li çiyayên Kurdistanê şehîd ketibû, li dîwana xwe ya pêşî kir.
Di helbesta “Nalîn”ê de jî dibêje:
Stêr im diqurujim can xelat im
Perwan e me li dor arê felat im
Karkir im tim li kar im ez roj û şev
Bêhedan im wek Dijle û Ferat im
Ez perî me li her warî diyar im
Dêwe sor im li pozê Arart im
Ez pilinga daristan û çiya me
Ne tenê me ez bi kom û civat im
Ne wek Candark û Cemîla li Cezair
Ez hîn bêtir ji wan zêde du qat im
Jêder: Rudaw