Guh bide va heqîqetan ey birayê ezîz…

Î’lem eyyuhel ezîz!

Ji bo çar tiştan, gere meriv, ne ku bi kesb û qezenc, lê bi qelb û dil, terka dunyayê bike:

1- Ji ber ku umrê dunyayê kin e û bi lez û bez diçe ava û fenayê. Bi êş û elema zewal û fîraqê, ew lezzeta wisalê, zû zaîl dibe, dibuhure.

2- Lezzeta dunyayê, dişibihe hingivê jehrîn. Bi qanda lezzeta wê, êş û elema wê jî, heye.

3- Qebra ku li benda te ye û tu jî bi lez û bez ber bi wê va diçî, tiştên dunyayê yên bi xeml û xêz, bi tam û lezzet, wek hediye qebûl nake. Lewra tiştê ku ba ehlê dunyayê “rind” tê zanîn; li wir, “nerind” e.

4- Muwazeneya hanê ya bi vî rengî ku “Mayîna di nav neyar û heşeratên muzir de, ya bi saetekî û mayîna di meclîsa dost û ehbab û mezinan de, ya bi salan;” muwazeneya navbera qebir û dunyayê bi xwe ye. Her wuha, Xweda Teala jî, te dawetî terka lezzeta saetekî dike. Da ku bi dost û hevalên xwe re, bi salan rihetiyê bibînî. Êdî ku wusan e, berî ku tu bi qeyd û kelemçe sewq bî, gazî û daweta Xweda bîne cîh.

Fesubhanellah! Fezl û kerema Xwedê Teala ya ji însan re, wusa mezin e ku ew malê ku bi emanetî daye însan, bi sermîyanekî mezin, ji însan dikire û îbqa û hîmaye dike. Ger însan, herwekî ku malê wî yê rastîn e, li wî malî xwedî derkeve û nefroşe Xweda, dikeve belayeke mezin.

Lewra, ewî malî taahhud dike û dikeve bin mesûliyeta wî. Hale hale, qudreta wî, têra taahhudê nake. Lewra, ku bide pişta xwe, pişta wî dişkê. Gava bide destê xwe, nayê girtin, direve. Dawiya dawîn, bêkêr, betal û badilhewa xirab dibe, diçe; tenê gunehên wî, mîras dimînin.

Bedîûzzeman Seîdê Kurdî 

Mesnewîyî Nûrîye

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply