Govenda Diyarbekirê dîsa biser ket

Koma Govendên Gel ya Diyarbekirê, di lîstikên pêşbaziya Şampiyoniya Tirkiyê ya Antalayê de bû yekemîn. Endam û rêveberên komê ev serkeftina xwe diyariya gel û dîroka Diyarbekirê dikin.

Koma Govenda Yenîşehîra Diyarbekirê serkeftina xwe li Navenda Perwerdehiya Gel ya Diyarbekirê bi ahengek pîroz kir. Koma Govendê beriya 4 rojan di şampiyoniya navçeya Kepez ya Antalayayê de di rêza yekemîn ya Tirkiyê de cih girt.

Birêveberê Perwerdehiya Milî ya Navçeya Yenîşehîrê Hacî Cebe dibêje beşdarên govendê bi xebatek zehmet bûn şimpiyon û got: “Nîvê van ciwanan, wek berhemeke vê xebatê niha di Akademiya Hunerên Bedew de dixwînin. Dema govendên me jî werin asteke akademîk, di warê nasandina çanda me de dê rolek girîng bilîze.”

Armanca hemû endamên koma govendê ew bû ku, bi serbilindî vegerin Diyarbekirê û tenê navê Diyarbekir bi şer û pevçûnan neyê bîra xelkê Tirkiye û cîhanê. Dibêjin her tişt bo Diyarbekir û Diyarbekiriyan kirine.

Çetîn Eroglu ku di koma govendê de cîh digre dibêje, 22 sal in bi govend re mijûl dibe û di dema şer û pevçûnan de nedikarî beşdarî rahênanê bibe.

Endamê koma govendê Çetîn Eroglu jî dibêje: “Em di bin şertên zehmet de xebitîn. Carinan ez nedikarîm herim mala xwe. Dema ez di hatim rahênanê min digot ezê şevê li ku derê bimînim. Heşê min her li malê bû.”

Govend û dîlana Diyarbekirê di asta Cîhanê de tê naskirin û gelek caran komên Diyarbekirê dibin şampiyonê Tirkiyê. Endamên komê dibêjin, ew dixwazin ev çalakî û serkeftina wan bibe pirek di navbera gelên bakurê Kurdistan û Tirkiyê.

Çavkanî: kurdistan24.net

Derbar Çand Name

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply