Riyakarî-Mele Cewadê Gırdarî

 

هُوَ الْحَيُّ لَا إِلَهَ إِلَّا هُوَ فَادْعُوهُ مُخْلِصِينَ لَهُ الدِّينَ الْحَمْدُ لِلَّهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ (65) غافر

Bawermendên birûmet!

Xuda Teala, li mirovan nîmetê bê hejmar kirine da ku îbadetê jê re bikin, wî nas bikin û ji bo razîbûna wî emr û fermanên wî bi cî bînin. Lewre Xuda Teala, di sûreyê Xafir ayeta 65emîn de wiha ferman dike:”Xuda Teala, her ew e yê sax, ji wî pê ve tu Xuda nîn in. Ji dil û can îbadetî wî bikin (û bibêjin:) hemd (pesn û spasî) her ji bo Xuda Teala ye, ku perwerdekarê alemê ye.” Riyakarî ew e ku ne ji bo razîbûna Xuda, belkî ji bo razîbûna mirovan di gotin û kiryarên xwe de dirûtî û melaqiyan bike. Çawa ku li cem Xuda tu qîmet jê re nîn e her wiha li nik civakê jî tu ewlehî jê re nîn e. Bi taybetî dema ku dîn bibe amûr ji bo menfîetên madî û menewî. Ew kesên dirûtiyê di gotin û kiryarên xwe de dikin, di demeke herî nêz de tên eşkerekirin,êdî ewlehiya tu kesî bi wan nayê û digel vê yekê jî tu xêr ji îbadetên wan re jî tune ye. Ji bo vê yekê pêwîst e mirov; di îbadet, gotin û kiryarên  xwe de, ji riyakariyê  xwe dûr bike û bes ji bo razîbûna Xuda bike. Di vê mijarê de pêxemberê me di hedîseke xwe de wiha dibêje:” Bêguman Xuda Teala, roja qiyametê dadikeve bal ehlê qiyametê ve da ku hikum bike di nav wan de û temamê umetan jî di tirsa xwe de ne. Yên yekemîn tên gazîkirin ev in: Zilamekî ku Quran xwendî, yê di riya Xuda de hatî kuştin û yê xwedîyê malekî pir. Vêca Xuda Teala ji yê Quranxwîn re dibêje: Ma min tu hînî wê tişta ku min daxistiye li ser pêxemberên xwe, nekirî? Ew dibêje : Belê ya Rebî. Xuda dibêje: Vêca te çi emel kir, bi wê tişta ku hîn bûyî? Ew dibêje: Ya Rebî, min  bi şev û roj dixwend. Xuda dibêje: Tu derewan dikî û milayket jî dibêjin. Xuda dibêje:Vêca te xwend da ku ji te re bibêjin xwendevan e û hate gotin jî.

Xwediyê mal tînin, vêca Xuda jê re dibêje: Ma min firehî li ser te çênekir da ku hewceyiya te bi bal tu kesî ve çênebe? Ew dibêje: Belê ya Rebî. Xuda  dibêje: Vêca ew malê min dayî te, te pê çi kir? Ew dibêje: Ez pê hay ji xizmên xwe mam û di riya xêrê de min belav kir. Xuda dibêje: Tu derewan dikî û milayket jî dibêjin.  Xuda dibêje: Te da, da ku ji te re bibêjin camêr e û hate gotin jî.

Wî yê di riya Xuda de hatiye kuştin tînin û jê re tê gotin: Tu, di çi de hatî kuştin? Ew dibêje: Emrê min hatibû kirin bi cîhada di riya te de, vêca min şer kir heta ku ez hatim kuştin. Xuda dibêje: Tu derewan dikî û milayket jî dibêjin. Xuda dibêje: Te xwest ku ji te re bibêjin leheng e û hate gotin jî. Ebu Hureyre dibêje: Piştre pêxember destê xwe li çokên min da û got: Ya Ebu Hureyre , yên ku pêşîn di roja qiyametê de dikevin agir, ev sê kes in. Pêxemberê me xemgîniya xwe tîne ziman ku wê bikevin agir.”[1]

Misilmanên birûmet!

Pêwîst e ji bo tirsa ji riyakariyê emelê qenc neyê berdan. Heta ku teqez neyê zanîn jî tu kesî bi riyakariyê tewanbar nekin. Îbadet û her kar û barên xwe bê kêmasî bikin û xêra emelê xwe bi riyakariyê betal nekin. Ez xutbeya xwe bi wateya ayeteke ji Qurana pîroz diqedînim. Xuda Teala wiha dibêje:” Gelî bawermendan! Xêra sedeqeyên xwe bi minet û êşandinê betal nekin. Wekî yê ku malê xwe bi riyakarî û rûmetê dide, lê di rastiyê de bi Xuda Teala û roja dûmahiyê bêbawer e. Vêca rewşa wî mîna rewşa tehtekî ku li serê hinek ax heye, êdî baraneke dijwar lê bibare û wê rût bihêle. (Ewên wisa) malên wan ji destê wan derdikeve, ji xêrên ku kirine nikarin tiştekê bi dest bixin. Xuda Teala mirovê kafir rasterê nake.”[2]

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]  Tirmizî Zuhd.48

[2]  El-Beqere 264

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply