Gelo Serşûştina Pitikan Çawa Dibe?

Mezinkirina pitikan hem pîroz û hem jî dijwar e. Ew bînahîya çavê me ne. Ji bo pitikan serşûştin jî tiştekî girîng e. Em ê  pitikê xwe çawa bişûn û serşûştinê, çawa bi wan hezkirin bidin? Bitaybetî, pitik divê demsalê havînê de zidetir werin şûştin. Lêbelê ji bo ku, serşûştinê bi wan hezkirin bidin vê nivisê bi baldarî bixwînin…

-Divê germahiya avê baş19 were eyar kirin. Divê germahiya hindir şerşokê jî 220-330 be.

-Wextê kincê pitikê datînin, pitikê neêşînin.

-Kenîştê çavê pitikê, pozî pitikê,serçav û stûyê pitikê bi pembû/paçekî şil pak bikin.

-Paşê  hêdîka di leganê yanjî kûwetê de rûnişkandin bidin û ji dest xwe qet bernedin…

-Nav şeqê pitikê paçekî şil hêdîka pak bikin.

-Paşê jî, bi xawliyê ziwa bikin û biniyê pitikê girêdin.

Le ku pitik ji ave bitirse? Pitikê biçûk hûn dikarin bi paçekî şil pak bikin. Lê ku hinekî mezin bibe, îcar jî bi pêlîstokê nav avê serşûştinê pê hezkirin bidin. Bila çavê pitikan neşewitin û ji bo porî pitikê şampuaneke baş jê re biecibînin. Ku pitik ji serşûştinê dîsa jî heznekin, pir zor nekin, lê ji bo tenduristiyê pitikê; dest, ling, pêçi û pêş-paşiyê pitikê divê tim pak we.Dibe ku li paş guhiya qalikê wek kepegê çê bibe. Hûn paş guhiyê pitikê bi qremê pitika nerm bikin û pak bikin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply