Ganymede-Ganîmed

Di sala 1610 de ji hêla Gelîleo Galîle ve hatîye kişfkirin bi 3 dûvikên din yê Saturnêre. Ji van her 4 dûvikan dibêjin “Dûvikên Galîleo”

Dûvika herî mezîn din ava 63 dûvikên Saturnê deye. Hetta ji Merkûra reben jî mezintire û di Sîstema Tavê de dûvika herî mezine.

Ganîmed bi çapa xweyî 5262 km ve ji Merkûrê bi xwe mezintire belê jê ne tîrtire û gelekî siviktire jî. Ew jî, ji berk û piranî ji qeşayê pêk tê. Kutlawê nezî 3 caran ji Merkûrê kêmtire.
Qaşilên Ganîmedê bi temamî ji qeşayê pêk tê belê şûna li hevketîna û kel û korta lê heye. Di bin qeşaya wê okyanûsek heye. Ji ber wê ev dûvik cîhekî kû ixtîmal heye jîyan lê hebe. Hinek ji wan kortalan heta 3-4 milyar salîne jî. Gelo çawa dibe? Yani ev erd ji qaşilek qalindî qeşayê pêk tê. Asteroîdek lê dikeve. Şûn çê dibe. Ma çawa milyar salan ew şop wenda nabe? Ji xwe bersiv eve kû Ganîmed ne xwedi tektonîzmak aktîfe. Yani erdhej û jeolojîya we pir pir qelse.

Belê Ganîmed xwedî taybetmendîyek gelekî ecêbe. Ji bilî meznahîya xwe, xwedî atmospfer û miqnetosferekê ye jî. Miqnetosfer, yanî heremên kû di bin tesîra manyetîzma dendikê… Ev manyetîzma erdawê ji radîyoaktîvîte diparêze bele dîsa ji ne bese. Wek minak rojana 7 an 8 rem dighejî erda wê, belê li dinye 0,14 rem radîyasyon heye. Ji ber vê yekê heger rojek em herin wir divê heremên parastî an j ili bin qeşayê cîh were çêkirin.
Ev jî çîroka Ganîmede!

Çavkanî=Rûpela Astronomîya

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply