Di vê ferhenga du zimanî de, ji bo her du zimanan (kurdî û tirkî) peyv, têgih, biwêj û qalibên ku zêde tên zanîn û bikaranîn hatine tercîhkirin. Her wiha ji bo ku bikarhêner bi awayeki baş sûd ji ferhengê bigirin jî hevokên nimûneyî hatine dayîn û li gel vê yekê ji bo têgihîştina ji bergindên hin peyvan ravekirin hatine kirin. Di beşa Kurdî-Tirkî ya ferhengê de 29.600 made û 10.500 ji berdewamiya madeyan û di beşa Tirkî-kurdî de ji 23.250 made û 9.500 berdewamiya madeyan cih digire. Feheng di meha yekem a sala 2021an de bi çapa xwe ya 10. derket peşberî lêkolîneran.
| Navê Pirtûkê | Ferhenga Navîncî |
| Nivîskar | Zana Farqînî |
| Hejmara Rûpelan | 1312 |
| Ziman | Kurdî |
| Ebat | 12.0 x 16,0 cm |
| Dîroka Çapê | Rêbendan 2021 |
| Agahiyên Çapê | Çapa 10an |
| ISBN | 978-975-6282-89-2 |
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…