Me ser xwendin û komên xwendinê bi Ayetullah Badikî re 3 pirs- 3 bersiv kirin.
Keremkin

1. Hûn demeke dirêj e ku ser koma xwendinê dixebitin. Gelo faydeya komên xwendinê çi ne?
Feydeya komên xwendinê ew e ku endamên komê bi awayekî bernameyî û bi disîplîn xwendinan dikin. Dema pirtûkên li ber destan xilas dibin, bo şêwra pirtûkê, endam li cihek kom dibin û bi hev ra şêwra xwe dikin. Her yek ji alîyek da pirtûkê dinirxîne û di dawîyê da encameke zor baş derdikeve holê. Car heye dema mirov pirtûkek dixwîne hinek taybetîyên pirtûka bala mirov nakişîne. Lê dema hevalên pirtûk xwendine diaxivin mirov dibêje, ez qet wusa nefikirîbûm. Û di xwendineke din da êdî çarçoveyeke firehtir li pêş mirov e. Wuha wuha di her xwendinek da mirov tiştek li ser rêbaza xwendina xwe zêde dike.

2. Dema mirov kitabên kurdî dixwîne jê çi sûd digre?
Jixwe mebesteka me jî ew bû ku em balê bikişînin ser pirtûkên Kurdî. Em dibînin ku her sal her sal pirtûkên nû li ser selika edebîyata me zêde dibin. Lê gelo ev pirtûk tên xwendin an nayên xwendin, li pêşber nivîskar û helbestvanên me bazareke bi çi hawê heye, ev berhem ji xwe ra muxatab dibînin an nabînin. Piranîya bersivên van pirsan me dît bersivên neyînî ne. Vêca me got qet nebê, bo bûyîna mînakeke baş, bo balê kişandina ser van pirtûkên Kurdî me dest bi xebateke wuha kir. Xwendin jixwe karek pîroz bûye, di hemûyê dem û dewranan da. Vêca xwendina li ser zimanê me helbet pîroztir û hêjatir e. Ev ji bo hemûyê gelan welê ye. Heke ez bi qasî xwendin û fêmkirina pirtûkên bi zimanê xwe hakimê zimanê xwe nebim ez dê xwe çawakî wek endamê vî gelê bibînim, ez dê çawakî vî zimanê wek zimanê xwe binasim. Xwendin xweş e, ya bi zimanê mirov xweştir e, em dibêjin.

3. Ji bo xebatên komên xwendinê zêde bibin divê çi were kirin?
Bo ku ev karekî xwebexş e û bo ku endamên van koman ji kesên xwebexş têne bijartin, avakirin û birêvebirina van koman karekî piçek dijwar e. Gelek gelek pirsgirêk û asteng hene di pêş van koman da. Lê ji bo hejmara van koman zêde bibin mirov dikare van koman teşwîq bike. Çawa?
Niha derdora deh heban da weşanxaneyên me yên aktîf hene. Ev weşanxane dikarin bo van koman buhayê pirtûkên xwe piçek daxînin. Qet nebe dikarin bi buhayê ku ji pirtûkfiroşan ra dişînin dikarin ji van koman ra pirtûkan bişînin.
Weke din kesên ku bi zimanê xwe nexwendine lê dixwazin ji kesên xwenda ra bibine alîkar dikarin ji layê aborî da piçek alîkarîya van koman bikin, wek sponsorek li pişt wan bisekinin. Piştgirîyên bi vî awayî xebatên komî domdartir dikin.
Di dawîyê da jî bi zêdebûna van koman ew dê bazara pirtûkên Kurdî geş bibe û namzedên nivîskarîyê jî dê ji vê bazara geş hêzê bistînin û xwe dirêjî pênûsên xwe bikin û binivîsînin.
Hevpeyvin: Çandname û Ayetullah Badikî

