Malxirabê yarê ew çi hale
Nîşane hal pir dikşîne bale
Dengêk dihat bi nal û nale
Ez nizanim tu dizanî
Bilbil ji gulê xwera gote
Gulê te dil û canê min sote
Yarê ez çi bikim ji bo te
Ez nizanim tu dizanî…
Ez niha di şevekê tarî de
Te difikirim, dilêm jarî de
Yarê ez mam ax û zarî de
Ez nizanim tu dizanî
Ew dinya welatê gûre
Bîrekê bêbinî û kûre
Lê welatê egîtan Semsûre
Ez jî dizanim tu jî dizanî
Semsûr e welatê egîtan
Amed e sembola berxwedan
Kurdistan e ji me ra niştiman
Ez jî dixwazim tu jî dixwazî
Riha û Mêrdîn Wan û Serhet
Dêrsim ji zilmê serê xwe hilhat
Efrîn û Qers Şirnex û Mehabat
Ez jê hez dikim tu jê hez dikî
Ez diçim yarê ber bi mirinê
Nikarim vebêjim kar û kirinê
Lewra mirovim halem nîne
Ez jî dizanim tu jî dizanî
Receb SEMSÛRÎ