Ew Çi Rêx Bû Me Xwar…?

Rojekî axayê gundekî û xulamê xwe ji gund tên ku herin bajêr. Her du dikevine rê. Hem ber bi bajar ve diçin û hem jî bi hev re diaxifin.

Demekî wuha rê de diçin. Axa ji xulamê xwe re dibêje: “Ez pirr westiyam” û di bin sîya darekê de rudinên. Wê demê axa çav bi rêxa çelekekî dixe û difikire ji xwe re dibêje: “Gelo ez ji xulamê xwe re bibêjim tu nivê vê rêxê buxwi ez ê hemu mal, milk û axatiya xwe bidim te wê qebul bike yan na?

Axa nasekine û vê fikra xwe ji xulam re dibêje. Dema ku xulam gotinên axê dibihîze çav lê diçirûsin û av ji devê wi diherike,dibê belê axa eger tu li ser soza xwe bisekinî ezê nîvê rêxê bixwim. Axa dibê soz soza mêrê berê…

Xulam destpêdike nîvê rêxê dixwe. Li gor qewlê wan axatî dikeve destê xulam. Axayê berê xemgîn û xulamê berê jî bi kêf û şahî ye. Her du disa radibin dikevin rê, diçin bajar. Kârê xwe dibînin û dikevine rêya ku tê de hatinê. Ber bi gundê xwe ve tên.

Hatinê de îcar xulamê berê difikire ji xwe re dibêje: “Ez kî me ku bibim axa, axatî ne kârê min e, ez ê çawa ji awqas gund û gundîyan re rêberîyê û axatîyê bikim. Di nav fikrê xwe de herdujî nizanin rê çawa derbas dibe. Wextekî lê dinêrin ku hatine ciyê ku cara ewul lê sekinîbun. Li vê derê carekê din rudinên. Xulamê berê li kêleka wê rêxa ku nivê wê xwariye rudinê û ji axê re dibêje:
“Axayê berê, eger tu vê rêxa ku mayî buxwî ez ê axatîya te cardin bidim te.

Axa difikirê dibêje başe, ew ji destpêdike rêxa ku mayî duxwe û dîsa dibe axa. Kêfa wî tê cî. Cardin dikevin rê ber bi gundê xwe de diçin.

Rê de xulam ji axa dipirse;
-Axayê min ê delal dema ku em ji gund derketin tu axa buy ne wusane?

Axa dibê belê ez axa bum..
-Niha em têne gund dîsa tu axayî ne wusa?
Axa dibê belê xulam min ez dîsa axa me…

Xulam ecêb ecêb lê dinêre û gotina xwe ya dawîn dibêje:
“Axayê min! Dema tu ji gund derketî jî û dema tu hatî gund ji axa yî, gelo lê ew çi rêx bû ku me xwar?”

Fîkrî Amedî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply