Ev Nivîsa Ji Bo Weye!

Yên Ofîsa Da Dixebitin Û Yên Jiyana Rojane Da Bêhereket Dimînin.. Ev Nivîsa Ji Bo Weye!
⏩Demeke wisa ne ku teknolojî ketiye her cihê jiyana me ya rojane û cîhê me yê hereketkirinê bêhtir teng bûye. Meriv alvêra xwe sîteyên onlîne dikin, pê telefonê xwerin sparîş dikin, cihekî nêzîk jî pê erebeyan diçin. Jiyana xebatê jî daxil hemû jiyanên me pir hêsan bû. Bi taybetî merivên ofîsa da dixebitin tenê tiqekî va digihîjin hezaran, hawira elektronîk da dikarin hemû karên xwe biqedînin, zêdebûna gurahiya kar jî bû sedema xebatên demên dirêj bi rûniştî.
Lê belê laşê me vê rewşê memnûne an na?
⏩ Laşê me ji bo hereketê hatiye afirandin. Hemû movik, masûlke, kirkirok û lîgament(girê) ê me ji bo hereketkirinê bihêz û qayîşoqin. Ev avahiyan wisa saxlem û bihêz in ku laşê me tîk û piya disekine. Ev organan pê xebateke hevkêş wisa bihêz û saxlem dibin. Çaxa mirov demekî dirêj rûdine hinek masulke kin dibin hinek jî dirêj dibin û vê hevkêşa laşê diparêzin.
Çaxa em zef rûdinin çima êş hîs dikin?
⏩Xeyal bikin ku hûn ber komputerê bi seetan rûniştine. Demekî şunda meriv ferq dike ku pişta me bûye qiluz, destê me teviziye û newq an jî hustiyê me diêşe.
Laşê me hîn nebûye ku demekî dirêj eynî pozîsyonê da bisekine. Mejiyê me jî her dem hişyarî dide laşê me ku tîk bisekine. Demekî dirêj ev hişyariyan masûlkeyan dixwestîne û hesasîyeta êşê peyda dike.
Ez çima hereket bikim?
⏩Hereketkirin giraniya barê xebatê ya ser laşê me kêm dike, pêkhatina êşê asteng dike.
⏩ Hereketkirin hay jê bûna laşê me zêde dike. Hay jê bûna laşê mirov birîndarbûn û seqetiyan diparêze.
⏩ Hereketkirin gera xwînê zêde dike û oksîjen digihîje masûlkeyan.
⏩Hereket ji bo sîstema tûreyan(sînîr) jî başe.
Ofîsê da ji bo hereketkirinê çend heb serbend!
⏩Navbera nîv saetî carekî 1-2 deqîqe mola bidin û bila hiş û mejiyê we bêhna xwe bistîne.
⏩Van molayên kin da îmkan hebe hindurê ofîsê da çend heb tûr bavêjin.
⏩Hawira ofîsa we musaît be pê muzîkê hereketên qayîşoqî û vekişandinê bikin.
⏩ Hûn dikarin navbera nîvro da hevalên xwe va meş plan bikin. Bi hevalan ra tevayî motîvasyona we zêde bike.
Xelaskirina êşê!!
Ger hûn difikirin ku “Ez çawa hereket bikim?” û bixwazin ji vê mijarê agahiyeke fireh hildin dikarin serî bidin fîzyoterapîstê xwe. Fîzyoterapîstê xwe va tevayî dikarin ji bo jiyana xwe ya rojane egzersîza plan bikin. Bi saya egzersîza postureke rast û hay jê bûna laşê va hûnê ferq bikin ku hereketkirin we ra  baş tê. Hûn gotinên fîzyoterapîstê xwe bikin pêşerojeke tendurist hêviya we be.
Bimînin xêr û xweşiyê da.
⏩Çavkanî
1)Butler D. The Sensitive Nervous System /Chapter Neurodynamics /Noigroup Publications
2)Ingraham P. (2018) Does Fascia Matter? A detailed critical analysis of the clinical relevance of fascia science and fascia properties / Painscience
3)Hamberg-van Reenen HH., Van der Beek AJ., Blatter BM. et al.(2008) Does musculoskeletal discomfort at work predict future musculoskeletal pain? Journal Ergonomics Volume 51
~Fîzyoterapîst Servet Kaya~

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply