Etîka Ragihandinê, Etîka Bikaranîna Kompîturê (Computer Ethics)
Beşeka felsefeyê ye û di cîhana ragihandinê (kompîtur) de, li tevgerên mirovan vedikole. Di warê etîka ragihandinê de, kesên wekî Luciano Floridi û Michael Davis, girîng têne dîtin. Etîka ragihandinê mijarên wekî hackervanî, parvekirina dosyeyan, demokrasiya li ser internetê û lîsansên ragihandinê jî digre nava xwe.
Ji aliyê Enstitûya Etîka Kompîturê (Computer Ethics Institute) ve çend prensîpên bikaranîna kompîturê hatine destnîşankirin:
- Kompîtur, ji bo armancên xirab nikare were bikaranîn û tu kes, nikare bi rêya kompîturê zerer û ziyanê bide xelkê.
- Nabe ku meriv xebatên kompîturan yên kesên cuda, tevlîhev bike.
- Di pergala kompîturî de, nabe ku meriv dosyeyên xelkê tevlîhev bike.
- Ji bo dizîkariyê, nabe ku kompîtur were bikaranîn.
- Bi riya kompîturê, zanayiyên derew nikarin werin belavkirin.
- Meriv heqê wê nede, nikare bernameyekekompîturê bikar bîne.
- Çavkaniyên kompîturan yên kesên din, bêdestûr nikarin werin bikaranîn.
- Zanyariyên entelektuel yên mirovan, encax bi destûra wan yan jî li ser navê wan dikarin werin belavkirin.
- Kesên ku bernameyên kompîturan sazdikin, divê li ser bandûra wê bernameyê, ya li ser civakê baş bifikirin.
10- Di dema bikaranînê de, meriv divê ji kesên din re rûmetyar û rêzgir be. fr: êthique de l’informatique / tr: bilişim etiği
Çavkanî
Ferhenga Civaknasiyê – Ali Gurdilî