Ebdulxaliq: Divê xwendina pirtûkan bibe çandek

Civaknas û rexnegirê edebî Ebdulxaliq Yaqûb rexne li  Wezareta Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê girtin, û got: “Di beşa perwerdeyê de tu rolek ji bo xwendina pirtûkan nehatiye diyarkirin. Divê pirtûkxwendin bibe çandek.”

Heta niha pirsgirêkeke mezin a pirtûkxwendinê li Herêma Kurdistanê heye û pirtûkxwedin di nav xwendekar û civaka başûrê Kurdistanê de nebûye çandeke giştî.
Têkildarî mijarê civaknas û rexnegirê edebî, Ebdulxaliq Yaqub got, “Li gorî Wezareta Perwerdê, pirtûk tenê ji hinek pelên ku divê xwendekar ji bo wergirtina pûanan bixwînin, pêk tê. Tu roleke xwendina pirtûkan di beşa perwerdê de nîn e.”

Yaqub eleqedarî rê û rêbazên dikarin xwendina pirtûkan bikin çandek jî ev pêşniyaz kirin: “Divê xwendin, teknîk û girîngiyên wê bibe yek ji madeyên xwendinê. Divê her ji dibistanên seretayî ve pirtûkan bidin xwedin. Li gel wê jî pêwîst e ku mamoste di hêla pirtûkxwendinê de pûanan bidin çalakbûna xwendekaran. Divê ji bo bihêzkirina asta zanistî, salane pêşbirka xwendina pirtûkan were lidarxistin. Divê ev pêşbirk li ser asta bajar û hemû Herêma Kurdistanê were lidarxistin û serketiyên wan werin xelatkirin. Pêwîst e, ew kes di nav xwendekaran de wekî kesên mînak werin nasandin.”

Ebdulxaliq Yaqûb axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e ku mamosta salane dewreyên pirtûkxwendinê vekin û çanda pirtûk xwendinê bê bipêşxistin.”

Diyarname

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply