Ji Komeleya Nûbiharê Seferberiya Zimanê Kurdî: Qeyd Dest Pê Kirin!

Komeleya Nûbiharê ya ku li Amedê bi xebatên xwe yên çandî tê naskirin, di serdema bihara 2026an de deriyên xwe ji dildarên ziman re vedike. Di atolyeyên ku dê di meha Adarê de dest pê bikin de, dê bi zaravayên cuda yên kurdî perwerde bê dayîn.

Bi Sê Zaravayan Derfeta Perwerdeyê

Bi armanca parastin û belavkirina dewlemendiya zimanê kurdî, di atolyeyan de dê dersên Kurmancî, Zazakî (Kirdkî) û Soranî werin dayîn. Kursên ku li gorî her astê hatine amadekirin, heftê 2 rojan hatine plankirin.

Ji Bo Her Kesî Polên Cuda

Ji bo ku perwerde hemû beşên civakê li xwe bigire, komeleyê polên taybet ava kirine:

  • Ji bo zarokan polên bi nêzîkatiyên pedagojîk,
  • Tenê ji bo jinan Pola Jinan,
  • Ji bo her temenî vekirî Pola Giştî heye.

Vebijarkên Rûbirû û Serhêl (Online)

Ji bo kesên li Amedê dijîn di navenda komeleyê de perwerdeya rûbirû tê dayîn; ji bo kesên li derveyî bajêr an jî yên dixwazin ji dûr ve tevli bibin vebijarka dersên serhêl (online) jî heye. Her wiha şaxên komeleyê li parêzgehên wekî Batman, Mêrdîn û Wanê jî hene û li wan şaxan jî kursên rûbirû tên dayîn.

Serlêdan û Têkilî

Qeydên atolyeyên ku dê di Adara 2026an de dest pê bikin, bi ser forma dîjîtal an jî rasterast bi ser jimara têkiliyê ve tên girtin.

Ji bo Serlêdana dijital bitikîne:

https://docs.google.com/forms/d/1RYo-OXN-t5lsDIpQ31yoGOFFWu8d8ZPleMXPAc1aags/viewform?pli=1&pli=1&edit_requested=true

Agahiyên Têkiliyê:

  • Jimara Têkiliyê: 0552 846 7532
  • Cîh: Xaçerêya Tesîsan, kêleka Otela Malabadiyê – Rezik/Amed

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Nivîskar Faîk Ocal pirtûka xwe ya nû ya Kurdî ya bi navê “Çîrokên Axa Min” çap kir.

  Ev pirtûk ji aliyê Weşanên Sîtavê ve hat çapkirin û edîtoriya wê Îsmaîl Dîndar kiriye. Pirtûk ji 60 kurteçîrokan pêk tê. Faîk Ocal ji Semsûrê ye û di vê berhemê de xwendevanan dibe herêma xwe. Di çîrokan de çanda Semsûrê, jiyana eşîra Kosan, xwezaya Çiyayê Spî, kevneşopî, folklor û bîranînên herêmê cih digirin. Di çîrokên “Xweziyên Çiyayê Spî”, “Rêwiyê Çiyayê Spî” û “Hevalê Çiyayê Spî” de Çiyayê Spî derdikeve pêş. Her wiha çîrokên “Giloka Ferêt”, “Pîj”, “Kirkît” û “Teşirêse” çand û mîrata Semsûrê nîşan didin. Ocal tiştên ku li deşta Semsûrê û li Çiyayê Spî dîtine û jiyane, di forma kurteçîrokan de vegotine. Di her çîrokê de bîranîn, hest û êşeke mirovî heye. Taybetiyeke din jî ev e ku hemû çîrok li gorî devoka Kurmanciya Semsûrê hatine nivîsandin. Pirtûkên Kurdî yên Faîk Ocal ev in: 101 Romanên Kurdî (Cilda 1, 2022) 101 Romanên Kurdî (Cilda 2, 2024) 101 Çîrokên Kurdî (2024) Asmîn (2025) 4 Başar 45 Çîrok (2026) Çîrokên Axa Min (2026)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *