Dîqet bila pişta we xûz nebe!

Teknolojiyê jiyaneke wisa li ser me ferz kiriye ku carcaran bi rojan em li ser qompîtirê dimînin. Ev jî dike ku mirov di temeneke piçûk de siheta xwe ji dest bide. Prof. Dr. Umit Dinçer di derheqê nexweşiyên ji ber rûniştinê de got, “Kesên ku demeke dirêj serê xwe xwar dikin û li ser qompîtirê pir dimînin êşên ser û piştê dikşînin. Her wiha li masê rûniştina zêde dibe sebeba xûzbûna mirov.”

Pisporê Fîzîk Tedawî û Rehabîlîtasyonê yê Nexweşxaneya Medical Park a li Bahçelievler Prof. Dr. Ümit Dinçer di derheqê mijarê de agahiyên wisa dan: “Di 50 salên dawî de teknolojî pir pêşde çû. Ev pêşdeçûna di teknolojiyê de hişt ku mirov di demên vala de bi cîhazên elektronîk demên xwe derbas bikin. Vê yekê jî mirov ji sporê dûr kir. Helbet ev jî bi xwe re nexweşiyên nû tîne.”

Dinçer wiha pê de diçe: “Di nava îstîhdamê de para sektora xizmetê bûye ji sedî 50. Hejmara kesên ku li bîroyê, temamê rojê li ser masê dixebitin bi lez zêde dibin. Êdî qompîtir di hemî sektoran de bûye cîhazê sereke. Helbet xebata bi qompîtirê xetereya nexweşiyan jî zêde dike. Êdî bi hezaran insan bi telefonên xwe bêyî ku herin banqê gelek kirariyên xwe hel dikin. Ev jî mirov ji liv û hereketê dûr dike. Bêhereketiya mirovan jî siheta mirov xira dike. Xetereya herî mezin jî xûzbûna pişta mirovan e.”

zamankurdi.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply