Dilê Min Diyarbekir

Destana êşê me.

Firîka li ber agir im

Baxê bêxwedî me

Ji momikê destê xwe xwînê dimêj im

Zarokek sêwî me

Komek xinzir birîna li ser singê min vedikolin

Çûkek kuştî me,

Dilê min destana dengê te ye

Bilûr û helbeste e ji şaxên te ye.

Dilê min “Diyarbekir”e

Dilê min bêxwediye…

 

Dilê min bi keskahî te nexş dike.

Destê min di xweşik bûna gulê de te şiyar dike.

Çavê min bi newroz î te pîroz dike.

Ew pejna te

Ji bayê rihan ê

Ji qêrîna dicleyê

Ji dengê bilbilê kurdistan ê..

 

Dilê min diyarbekir.

Dilê min şêx seîd e li bircan Al rakiriye.

Dilê min delîla ye, bi def ê şevên te straye.

dilê min agir e, li pey darbesta Argeş e.

 

dilê min kevokek e li esman ê diyarbekir.

dilê min hewsel e, ji çîroka evînê ye.

Dilê min ebayek sor û zer e.

li nav mila  te ye..

 

Dilê min şêx ê te ye

Dilê min şervan ê te ye.

 

Dilê min Diyarbekir e.

 

Siya Jindar

www.candname.com

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *