Dil û Evîn

Li kaniya hêsran
Rêzikên germa evînê
Bi helbesta dilan diherike
Ku ji helwesta xwe rik e
Helwesta evîna agirîn
Ji hêsrên Ûsivê Ken’anî
Diherike ev kanî
Bi hestên ji dil barîn
Ar û agirîn
Dil û evîn
Wekî her nivîsê
Tunebûnê re diherike
Ji midad û pênûsê
Wundabûnê re dihêle
Midadên şûr û mir
Li xaka mirinê
Dimir û ditemir
Dil û evîn
Dijminê dostaniya hev in
Kurmê wan ji wan
Ku xwe bigihînin
Dikojin
–Dikujin
—-Û difetisînin
Ji darê kurmê wan
Li kaniya evîn û evîndaran
Bi rêka serwa û paşserwan
Dike gilî û gazin
Dil û evîn

Mustafa Rêzan
07.06.2017 Amed

 

About Mustafa Rêzan

Check Also

Kurd û Rewşenbîrî: Rola Rewşenbîrên Kurd di Avakirina Nasnameya Neteweyî de 

✍️ Nivîskar: Mirza Xanî  Rewşenbîrên Kurd di pêvajoya şêwirmendiya civakî, çandî û zimanî ya gelê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *