Xwarinên ku em li malê çê dikin bi rêya şaş û ceribandinê li hev dînin. Carna em ferq nakin jî xwarinên nûwaze çê dikin. Ku hinek mirov ji mirovan re nebêje mirov bi rêbazên xweş nizane. Ji ber vê em xwarinên ku çê dikin tiştê bereday û basit dixuye lê her kesê ku dike 12 çewtin.
1 – Çewt: Pîlawa ku hûn çê bikin pîr neşon û bi ava hindik bişon
Çima çewt e: Birinc ku hindik were şûştin brinc hebo hebo nabe û birinc bihevve dizeliqe
Ya rastî: Heya ku ava şûştina birincê zelal bibe bişon ku nîşasta wê jê here.
2- Çewt: Di firinê de ku kek û kurabiya hebin firinê didin şixulandin
Çima çewt e: Wexta ku firin sar be ku kek û qurabiyê bixinê, rûnê ser dadikeve û qaliba xwe nagre.
Ya rast: Ya baş ewulê firinê germ bikin kek û qurabiyê xwe têxinê
3- Çewt: Piştê xeşandina maqarnayê dawervebûna bi ava sar
Çima çewt e: Wîtamîn û nirxên besînê û tahma wê wenda dibe û bi avê re diçe.
Ya rastî: Ava meqarnayê dawervînin bixin nav ava sosê û pê bidin xwarin
4- Çewt: di xwarinan de ya ewil sîr, paşê pîvazê biximê
Çima çewt e: sîr di germahîya zêde de ku bimîne dişewute.
Ya rastî: pîvazan têxine xwarinê, ku pîvaz nerm bûn, paşê sîran têxinê.
5- Çewt: Di xeşandina goştê de xwê têxinê
Çima çewt e: Di xureka goştê xeşandinê de ku hê nehatibe kelandin ku xwê were avêtin ew goşta hişk bibe.
Ya rast: Piştê ku goşt keliya xwê tixinê biçek bikelînin
6- Çewt: Di çêkirina selatê de sos xistin
Çima çewt e: Ku sos pir di selatê de bimîne, şênahiya selatê diçilmise û tehm jê diçe
Ya rastî: Sosa xwe pêşiya serwîsê têxin ser.
7- Çewt: Goştê ku ji cemedê/bûzê derketibe yekser bidin ser ocaxê
Çima çewt e: Goştê ji bûzê derketiye ku bidin ser ocaxê avê zêde ber dide û tehm pê re diçe.
Ya rastî: Goştê xwe di germahiya odê de bisekinînin.
Nîşe: Carna goşt kontrol bikin, ku goşt zêde nerm bibe tê de bakterî zêde dibe
8- Goştê xwe di agirê temirî de bipêjîrînin
Çima çewt e: Goşt k udi ar/agirê kêm de were pijiriandin ava xwe nagre û tehm wenda dibe
Ya rast: Goştê xwe di agirê gur de bipêjin
9- Çewt: Dema Çêkirina kekê de hêkên xwe pir zede lihev bixin
Çima çewt e: Ku hêk pir zede were lihev xistin kek hilnayê
Ya Rastî: heya ku şekir bihele hêkê xwe lihev bixin
10- Çewt: Di xwarinên zebzê de zebzeyê xwe bişon û têxine quşxanê
Çima çewt e: sebzeye ku danewiribe ava wê dikeve quşxanê, xwarin bi avî dibe û tehma wê kêm dike.
Ya rastî: Sebzê xwe dawerîvînin têxin quşxanê
Nîşe: Kundur û wekê wê dendikê sebzê xwe jê derxin
11- Şîrînahiyên bi şîr şekir pêşiya malzemen xwe têxinê
Çima çewt e: Ku şekir zû têxin nav, proteyîna wê xerab dike
Ya rastî: şekirên xwe dawiyê têxinê
12- Ji ber ku xwarina goşt bi tehm be ava terbiyekirî têxin xwarinê
Çima çewt e: Ava terbiyekirî de bakteri çê dibe
Ya rastî: beriya kelandinê ava goştê terbiyekirî birjînin
Ji Yemek.comê hatiye wergirtin
Wergêr: Paşa Amedî
ÇANDNAME