Di 250 salên dawîn da 571 cinsên nebatan qeliyan

Li gorî lêkolînan, di 250 salên dawîn da di xwezayê da nesla 571 cinsên nebatan qeliyan

Hat ragihandin ku di xwezayê da di du û nîv qirnî da 571 cinsên nebatan qeliyan.

Li gorî nûçeya BBCyê, zanyarên ji Zanîngeha Stockholmê û lêkolînerên ji Baxçeyên Botanîk ên Qraliyeta Îngiltereyê, di encama xebata xwe da tesbît kirin ku di 250 salên derbasbûyî da li ser rûyê erdê 571 cinsên nebatan qeliyan.

Dr. Aelys Humphreysê ji Zanîngeha Stockholmê diyar kir ku bi vê xebatê va cara yekemîn lêkolîn û nirxandina wê yekê tê kirin ka kîjan cure nebat li kîjan herêmê qeliyaye.

Dr. Eimear Nic Lughadha jî bal kişand ku qelandina nebatan ji bo hemû candaran xetereyeke cidî ye û wiha dewam kir, “Însan jî di navê da bi hezaran cinsên candar, ji bo domandina jiyana xwe pêwîstiya wan bi nebatan heye. Di vê qonaxê da heger em bizanibin ka kîjan nebat li kîjan herêmê qeliyaye, wê gavê em dikarin bernameyên parastinê saz bikin.”

Di raporeke ku bi destê Neteweyên Yekbûyî (NY) meha gulanê hatibû weşandin da hatibû ragihandin ku xetereya qelandin û tunebûnê li ser nêzîkî milyonek cinsên candar heye.

AA

Derbar Çand Name

Check Also

Vîrusên Mîna Ebolayê

Testeke teze a ku tespîtkirina vîrusên mîna ebolayê hêsan dike hat kewşkirin Bi testa VîroCapê …

Leave a Reply