07 Sep 2004, Tibet, China --- Barley --- Image by © Keren Su/Corbis

Dermanê çavên ku ji westanê diwerimin, bexdenûs e

Giyayê bi navê bexdenûsa ku tehm dide xwarinan, li Yewnana berê wekî giyayê mirinê dihate qebûlkirin. Ji ber vê yekê di xeml û nexşên qebrên xwe de bi kar anîne.

Ji aliyê vîtamînê ve bexdenûs, di nav xwe de vîtamînên A, C, K, qalsiyum û hesinê dihewîne. Bexdenûs bi bêhna xwe ya xweş îşteha mirov vedike, hezmê hêsan dike. Her wiha bexdenûs bêhnên ku di devê mirov de dimîne, jê dibe. Li dijî bêhnên pîvaz û sîrê, giyayeke gelek feydedar e û xazên ku di hûriyên mirov de ne, kêm dike.

Bewla mirov zêde dike. Xwêdan dide laşê mirov. Hinek jî tansiyonê zêde dike. Mirov dikare kevçiyekî çayê tovên bexdenûsê biavêje qedeheke ava şîregermî û vexwe.

Ji bo çavên ku westiyane û werimîne, mirov dikare pelên teze yên bexdenûsê bieciqîne û deyne ser çavan. Bi vî awayî rehetiyek dê bête çavên mirov.

Çavkanî: zamankurdi

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply