Danasîna Xwarina Soneberî

Soneberî xwarineke pêjgeha kurd e. Ji bacanreşkê ye. Sone navê cureyekê werdekê ye. Li hin deveran ji tevahiya werdekan (ordek) re sone dibêjin.

Ji ber ku bacanên zikdagirtî dişibin soneyên ku di avê de aşberî (ajnêberî, soberî, melevanî) dikin jê re soneberî gotine. Di ferhenga zimanê tirkî de wekî söneberi nivîsîne, derbasê romiyan (tirkan) jî bûye, navê wê her bi kurdî maye.
Berkelî (bo pênc kesan)

1 kg bacanê reş
2 serî pîvaz
300 gr goştê kişandî yê bêbez
1 kevçî rûnê ron
4-5 heb îsota dirêj
2 heb fringî
1 stekan (qedeh) nokê kelandî
1 kevçî merge
Îsota reş
Xwê

Çêkirin

Qalikê bacanan bi belekî bigirin, nava wan seranser carekê biqelişînin. Di nava ava şor de bi qasî 1,5 katjimêrî bidin sekinandin. Dûv re bişon û ziwa bikin.

Pîvazên xwe hûrane hûr bikin û bi tevî goştê kişandî di nava rûn de biqijilînin. 2-3 deqe şûnde îsot û fringiyan jî tevlî bikin. Hinekê din jî biqijilînin. Dûv re nok, xwê û îsota reş tevlî bikin, 1-2 deqe biqijilînin û ji ser agir daynin.

Bacanên xwe di sêniya firneyê de rêz bikin, hinekê rûnê ron bi firçeyê li rûyê wan bidin. Bavêjin firneyê (firûnê) heya hinekê zerayî bi wan ket bipijînin.

We ji firneyê deranî, hûn dikarin hundirê wan dabigirin. Tijekirin bidawî bû, mergeya xwe bi avê ron bikin bi ser wan de bikin.

Li ser daxwazê hûn dikarin tîkeyên fringiyê li se bacanan daynin û dîsa bavêjin firneyê. Bi germî tê xwarin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply