Çîroka Xwesî û Sê Bûkan

Tê gotin li Hewagê 3 bûk û xwesîyeke wan ê herimî hebû. Her sê bûkan ji bo xwesiya xwe herdem dia dikir Yarrebî tu rojekê pêşve rih jê bistînî em jê pak bibin…

Ew roj tê xwesî diçe ser rihma xwe, bûk pê kêfxweş dibin, şîn tê çêkirin herkes diqîre distrê li xwe dixe digirî lê qet girîya bûkan nayê. Ma çima were ku?

Bûk dibînin herkes bala xwe dide wan, bûk bi kurepist dibêjin werin em jî wek formalîte şînê bigerînin bila xwedîyê pîrê nebêjin bûk pê naêşin.

Bûk bêdil haho hawar li sînga xwe dixin distrên
👉Bûka ewil distrê dibêje lo lawo kûr di erdê kin! kûr di erdê kin!
👉Bûka din distê dibêje lo birano li dûr di erdê kin! li dûr di erdê kin!
👉Bûka biçûk jî distrê dibêje lo qurbana serê we me, zû wenda bikin! zû winda bikin!!

Vebêjer Federal Gundîye

Derbar Çand Name

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply