Dibêjin li welatekî, zemanekî feylesofek qure hebûye û wer zenkiriye ku hemû tiştî fêrbûye û gelek zana ye.
Rojekê zarokek diçe mala wî û jê pizotên agir dixwaze. Li gor gotinan dibêjin ji ber ku wê demê niftik û çaqmak tunebûn, xelkê di bin xweliyê de pizotan vedişartin û bi wan tifika malê vedixistin.
Feylesof ji zarokê kurê cîranê xwe re dibêje:
‘Baş e, ez ê bidime te. Lê ka firaqa te?’
Zarok dibêje: ‘Wele firaq tune xalo.’
Feylesof dîsa dibêje: ‘Nabe, dê destê te bişewite.’
Zarok dibêje: ‘Ne hêsan e xalo. Ji kerema xwe, pêşî xweliya agir bêxe kefa destê min û piştre jî pizotê deyne ser xwelîyê.’
Feylesofê me yê pozbilind, bi vê yekê şaş û ecêbmayî dimîne.
Ali Gurdilî
www.felsefevan.org
felsefevan@hotmail.com