Kuço Kuço (Çîrok)

Hebû tunebû. Pîrek hebû. Pîrê, rojekê şerbîkê xwe hilda û çû ber kaniyê, da ji xwe re avê bîne. Dema çû ber kaniyê, cîranekî wê, gazî wê kir. Wê jî şerbikê xwe danî ber kuçekî û jê re got: “kuço kuço, şerbikê min neşkîne, heta ez çûm ba cîrana xwe û hatim.” Kuç got: “Bila be.” Pîrê çû ba cîrana xwe, heta vegeriya nêrî ku şerbikê wê şikestî ye.

Got: Kuço kuço, te çire şerbikê min şikênand?

Got: Ma çire giya li bin min de heşîn dibe?

Got: Giyayo giyayo, tu çire bin de heşîn dibi

Got: Ma çire pez min dixwe?

Got: Pezo pezo, tu çire giyê dixwî?

Got: Ma çire gur min dixwe?

Got: Guro guro, tu çire pêz dixwî?

Got: Ma çire se direye?

Got: Seyo seyo! tu çire direyi?

Got: Ma çire, kevanî totika min kiçik çêdike?

Got: Kevaniyê kevaniyê! Tu çima totika sê kiçik çêdiki?

Got: Ma çima mişk tûrikê min qulêl dikin?

Got: Mişkno mişkno! hûn çima tûrikê kevaniyê qulêl dikin?

Gotin: Ma çima pisik me dixwe?

Got: Pisîkê pisîkê! Tu çire mişkan dixwi?

Got: Ez ê bixwim, bixwim, bixwim, heta li serê dûvikê min re bavêje.

 

Kurdjan Sorî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar

Kerkê Kerajo Kerkê kerajoyê di navbera du tîman de tê leyîstîn. Divê her timek ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *