Bikarhênerên Windows 10ê heya 2022an dê nikaribin li Windows 11ê nûve bikin

Microsoft ragihand ku bikarhênerên Windows 10 dê nikaribin pergalên xebitandina xwe heya nîvê yekem a 2022an li Windows 11ê nûve bikin.

Pergala xebitandinê ya Windows 11, ku di mehên pêş de guhertoyek pêşkeftî ya Windows 10ê ye, vê dawiyê hate destnîşan kirin.

Windows 11ya nû, ku gelek guhertin tecrubeya user û design ji Windows 10 kir, ji niha ve hatine çêkirin gelekî deng hanî.

Di bûyera danasînê de daxuyaniyek da, Microsoft ragihand ku bikarhênerên Windows 10 dikarin belaş ji bo Windows 11 nûve bikin.

BERÎ 2022 AN NÛVEKIRIN TUNE

Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê fermî yê Twîtterê ya Windows ê hat dayîn, pêvajoya nûvekirina cîhazên Windows 10ê bi Windows 11ê dê di nîvê yekem a 2022an de dest pê bike.

Bi kurtasî, bikarhênerên Windows 10 neçar in ku sala bê li benda nûvekirina belaş a Windows 11 bisekinin.

windows 11

JI BO CÎHAZÊN NÛ PÊŞANÎ WERÊ DAYÎN

Wusa dixuye ku pargîdanî dê berê xwe bide cîhazên nû ku dê bi pergala xebitandina Windows 11ê re ji qutiyê derkeve.

Bikarhênerên Windows 10 ên ku naxwazin sala pêş li benda pergala xebitandinê ya nifşa nû bisekinin dikarin Winfows 11 bikirin û saz bikin.

Werger: Çandname

Çavkanî: ensonhaber.com

Derbar Çand Name

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply