Cîhan behsa Mihemed Salah dike

Futbolîstê tîma Lîverpoolê Mihemed Salahê (25) ku di pêşbirka Lîverpool û Romayê de bi awayekî baş lîst û tîma xwe Lîverpoolê bi ser xist, bala cîhanê kişand.

Pêşbirka ku di Lîga Şampiyonan a UEFAyê hat lîstin de Lîverpool bi saya Salah bi ser ket. Serkeftina Salah di çapemeniya cîhanê de cih girt û pesnê wî hat dayîn.

Rojnameya Îngilizan Guardîanê behsa pêşbirkê kir û pesnê Salah da.

Daily Maîlê jî bi serenava “Salah Show” behsa Salahê ku eslê xwe ji Misrê ye kir û got di deqîqeya 75an a pêşbirkê de wî baş lîstiye.

BBCyê got Salah di Lîga Şampiyonan de wek futbolîstê Afrîkayî yê ku herî zêde gol avêtiye navê xwe daye bihîstin û bi saya wê Lîverpoolê tîma Romayê têk biriye.

Çapemeniya Îtalyayê jî got futbolîstên tîma Romayê di pêşbirkê de nikaribûne Salah bidin sekinandin û ji ber vê 5 gol xwarine.

La Repubblîcayê got di tîma Lîverpoolê da vê sezonê Salah, Roberto Fîrmîno û Sadîo Mane bi tevahî 88 gol avetine û van sê kesên nuwaze di Stada Anfîeldê de tîma Di Francescoyê têk birine.

Ji bilî van, rojnameya Îspanyayê El Paîs, rojnameya Fransayê El Monde, rojnameya Çînê Chîna Daîly û rojnameya Amerîkayê New York Tîmesê jî besha Salah kir û pesnê wî dan.

– Di medyaya civakî de jî behsa Salah hat kirin

Performans û hewldana Salah a di pêşbirka Lîverpool û Romayê de bala medyaya civakî jî kişand û gelekî behsa wî hat kirin.

Robîn van Persîeyê futbolîstê berê yê Fenerbahçeyê listîka Salah bi sembola agir ve teswîr kir.

Futbolîstê berê Robbîe Savage jî wiha got: “Di vê sezonê de li Ewropayê Xelata Futbolîstê Salê divê bidin Salah.”

Gary Lînekerê futbolîstê berê yê Îngiliz jî got “Mihemed tu nuwaze yî”.

Steve McManaman jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî wiha nivîsand: “Ji bo wî wek ku di parkê de dimeşe hêsan bû. Lîstika wî tesîr li ser min çêkir. Bi rastî jî pir baş bû.”

AA

Derbar Çand Name

Check Also

Pirtûka Gotinên Pêşiyan hat çapkirin

Li bajarê Wanê ji Weşanxaneya Sitavê pirtûkekî 4 cildî li ser gotinên pêşiyan û bav …

Leave a Reply