Çi Qas Xweş e Welatê Me

Welatê me bi deşt û zozan e
Havîn bihar her demê pir xweş e
Her çax û deman kar û xebat e
Werin birano destê bigrin

Çi xweş e gund û bajarê me
Hanê Silêmanî Dersîm Kerkûk
Behra Wanê Çemê Firat û Dîcle
Çi qas xweş e welatê me
Behra Wanê Çemê Firat û Dîcle
Çi qas xweş e welatê me

Dibitin berf bariye
Mirov li çol û gunda man in
Lê lê bin berfê gulik vekirin
Çiyayê xweşiya xwe belav kirin

Dengê bilûra şivan tê xweş e
Ber stranekê kêf xweş kirin
Dengê ji Kurda pir bi dengîn
Kul û derdê me tîne ziman
Dengê ji Kurda pir bi dengîn
Kul û derdê me tîne ziman

Bakûr û başûr rojava rojhilat
Çar aliyê welatê me xweş e
Baxçê Entebê baxê Elezê (Elezîz)
Deşta Muşê çi xweş e welatê me

Soranî Goranî kurmancî Dimilî
Ew dewlemendiya zimanê me ye
Werin em siran bêjin birayê delal
Bi hemû zimanê li ser dinê
Werin em siran bêjin birayê delal
Bi hemû zimanê li ser dinê

Stranên Zarokan

Kurt Dili ve Edebiyatı

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply